Berdevka Baregayê Barzanî radigehîne, “Pêşmerge hêzeke rêkxistî ye, ne hêzeke taîfî ye heta ku li dijî pirçekkirina wê bin.”

Berdevka Baregayê Barzanî Xalîda Xelîl duhî (Yekşem, 15.09.2024) di postekî de li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Pêşmerge hêzeke rêkxistî ye û di serdemekê de ji bo bergirîkirina ji jiyaneke şkomendane û axa Kurdistanê peyda bûye.”

Berdevka Baregayê Barzanî herwesa amaje da, “Pêşmerge li dijî yek ji hovtirîn rêkxistinan ku DAIŞ bû şer kir û şehîd dan, hêzeke rêkxistî ye ne ku hêzeke taîfî ye heta hûn li dijî pirçekkirina wê rawestin.”

Xalîda Xelîl di pareke din a postê xwe de tekez kiriye, “Pêşmerge hêmayê ewlehî, seqamgirî û aştiyê ye.”

Dijatîkirina Kurdan ew drûşm e yê ku, eger siyasiyên Îraqê bixwazin postekî an jî destkeftiyekî bi dest bixin, penayê bo wê dibin û bi wê rêyê bizavê dikin bigehin armancên xwe.

 

Helbûsî ji bo meremeke siyasî dijatiya pirçekkirina Pêşmergeyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo ku bala Şîeyan bikêşe û postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê ji bo partiya xwe yekalî bike, Serokê Civata Nûnerên Îraqê yê ji-kar-derxistî dijatiya xwe ji bo pirçekkirina Pêşmergeyan diyar dike.

Dijatîkirina Kurdan ew drûşm e yê ku, eger siyasiyên Îraqê bixwazin postekî an jî destkeftiyekî bi dest bixin, penayê bo wê dibin û bi wê rêyê bizavê dikin bigehin armancên xwe.

Mihemed Helbûsî li nav jîngeha siyasî ya Îraqê diyartirîn mînaka vê diyardeyê ye. Helbûsî, ku ev ji bo dema 10 mehan e ji postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê hatiye derxistin û ji ber piralîtî û duberekiyên Suneyan nekariye kesekî li cihê wî danin, di nûtirîn helwesta xwe de dijatiya xwe ji bo pirçekkirina Pêşmergeyan diyar kir û daxwaz kir ku çekên giran û topavêj bi Kurdan neyên dan.

Mihemed Helbûsî herwesa got, “Mimkin e ew çekên bi hêzên navxweyî tên dan di hevrikiyên navxweyî de bên bikaranîn.”

Axiftina Helbûsî li dijî Pêşmergeyan rêyeke nû ye ji bo ku ew dilê aliyên li dijî Kurdan bi dest bixe û postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê, ku ev 10 meh in bi wekalet tê birêvebirin, bê yekalîkirin.

Serokê Hevpeymaniya Teqedumê, ku her roj endamên Civata Nûnerên Îraqê jê dûr dikevin û zêdetir derz dikevin nav pêkhateya Suneyan, bizavê dike ku bi vê rêyê postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê ji bo partiya xwe yekalî bike û dengê Şîeyan ji xwe re bi dest bixe.

Navê Pêşmergeyan di madeya 121ê ya destûrê Îraqê de wekî hêzeke fermî û parêzera destûrî hatiye. Tevî vê rastiyê, Mihemed Helbûsî dixwaze bala raya giştî bikêşe ser pirçekkirina hêza Pêşmergeyan ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve wekî hêzeke bibandir di şerê li dijî DAIŞê de, û xwe li cem aliyên Şîeyan bihêz bike.

Ev di demekê de ye ku Suneyan ji Mijdara par ve hêşta nekariye li ser kandîdekî hevpar ji bo Serokê Civata Nûnerên Îraqê li hev bikin, vê yekê jî rê xweş kiriye ku Şîe bi hêsanî desttêwerdanê di karûbarên wan de bikin û hejmona xwe bisepînin û herwesa wan qanûnan derbaz bikin ên ku ew bi xwe dixwazin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *