Çavkaniyeke Rêveberiya Xweser got ku wan li gel hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser birêvebirina Bendava Tişrînê li hev kiriye û “Kurd dê ji bendavê vekişin.”
Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê, nêzîkî 4 mehan hewla dagirkirina Bendava Tişrînê da lê li rastî berxwedaneke tund a HSDyê hatin.
Çavkaniyeke ji Rêveberiya Xweser doh li ser pirsgirêka Bendava Tişrînê ji Ajans France Pressê (AFP) re avivî:
Çavkaniyê got, “Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê li ser birêvebirina Bendava Tişrînê gihiştine li hevkirinekê.”
Li gorî vê çavkaniyê, di lihevkirinê de hatiye ku şervanên Kurd dê ji bendavê vekişin ku sala 2015an bi piştgiriya Amerîkayê ji destê DAIŞê derxistibûn.
Îdareyeke hevbeş dê bendavê bi rê ve bibe
Her li gorî lihevkirinê, hêzên ewlehiyê yên hikûmeta navendî ya Sûriyeyê dê kar û barê parastina bendavê bigirin ser milê xwe û îdareyeke hevbeş jî dê wê bi rê ve bibe.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand, “Lijneya hevbeş dê serperiştiya çêkirina bendavê bike.”
Li gorî SOHRê, “Çend hêzên ewlehiyê yên Kurd dê beşdarî tîma parastina bendavê bibin.”
Her wiha çavkaniya Rêveberiya Xweser diyar kir ku ev lihevkirin gaveke dawî ya bicihkirina lihevkirina meha Adarê ye ku biryar hatibû dayîn ku dezgehên Rêveberiya Xweser li gel hikûmeta navendî ya welatê tev li hev bibin.
Heta niha Hikûmeta Sûriyeyê tu daxuyaniyeke fermî li ser vê lihevkirinê nedaye.
Bendava Tişrînê
8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, çekdarên Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) ketin nav Şamê û dawî li desthilata Beşar Esed anî.
Niha Ehmed Şer, fermandarê giştî yê berê yê HTŞyê Serokê demkî yê Sûriyeyê ye.
Bendava Tişrînê yek ji wan çendîn bendavan e ku li ser Çemê Feratê ye û di navbera Minbic û Kobaniyê de ye.
Ava bendavê roleke girîng di aboriya Sûriyeyê de dilîze, av ji bo avdanê û wizeya hîdro ya karebayê dabîn dike.
Di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, ku sala 2011an dest pê kir, bendav bû qada çalak a şer. Pêşî bendav ket destê komên çekdar, paşê DAIŞ û piştre Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kontrol kirin.
Piştî kontrolkirina Şamê ji aliyê Heyeta Tehrîr El Şam ve, êrişên komên çekdar ên li ser Bendava Tişrînê dest pê kirin.
Ew komên çekdar ên ku Tirkiye piştgirî dida wan, nêzîkî çar mehan hewl dan ku Bendava Tişrînê dagir bikin, lê rastî berxwedaneke xurt a şervanên HSDyê hatin. Ji ber van êrişan bendav ziyaneke mezin dît, Îdareya Rêveberiya Xweser çend caran hişyariya teqîna bendavê û rûdana karesateke mirovî da.
Bendava Tişrînê di 22yê Nîsana 2004an de ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hat çêkirin.
Armanc jî hilberîna elektrîkê bû, ev bendav dikeve başûrê Kobaniyê û bakurê rojavayê Reqayê û ser bi parêzgeha Helebê ye. Şiyana bendavê ya hilanîna 1,9 milyar metre sêca av heye.
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) 6ê Nîsana 2025an ragihand ku bi armanca destpêkirina tamîrkirina beşên jikarketî tîmeke nûjenkirinê gihîştiye Bendava Tişrînê. (Rûdaw)