Barîqad-5

Nezîr AKAT

Bêdengî jana mezin ya wendakirina hişmendîya takekesî ye. Ew qebûlkirina têkbirina hişmendî û têkbirina derbirîna azadî ye. Berhema bêdengîyê malwêranîya civatî û bedêla bêdengîyê jî derbirîna azadî ye.

Di civatên bêdengîyê de ronakbîr/rewşenbîr şîrê memikên dîktatorî, totalîterî, xwefiroşî û bêexlaqîyê dimêjin. Xwe davêjin bext û ujdanê desthilatdarîyê. Ronakbîr/rewşenbîr li vir dibin astengê derbirîna azad û dibin barîqada pêşveçûna civaka demokratîk ya pirreng û pirdeng.

Heger helwesta ronakbîr/rewşenbîr bibe helwesta civatê û pêşî lê neyê girtin, dê xwefiroşî bibe karekî rojane ya kolektifa civakî û dê bibe normalîzekirina radestî û xwefiroşîyê. Bi vê helwestê ve dê ew bibe xetera sereke ya têkbirina hişmendîya civata azad.

Îro li welatê me bêdengîya civakî ji alîyê kêm takekesan û ji alîyê kêm dezgehên neteweperwer ve ku dilê xwe datînin ser mêzêna dadwerîya şaristanîyê, tenê birîndar dibe. Lê zindî ye, dînamîkên civatê, li derdora xwe dipêçe û xeterîya ku hişmendîya şaristanîya derbirîna azad  têk bibe mezin dibe.

Di civata welatekî wek Kurdistanê de bêdengî, ne tenê influenza/infilasyona rewşenbîrî ye, lê herweha influenza hişmendîya neteweperwerî ye jî. Doh û îro helwesta ‘modernîteya demokratîk’ ku bingehê wê bixwe avakirina ‘komara demokratîk’ e, di rastîya xwe de ew çalakî û ramaneke biyanî ya zindîhiştin û geşkirina netew dewleta dagîrker e. Lê îro ev helwesta biyanî bi ramaneke nujen ya post biyanî, dixwaze ji  alîyekî xwe di nava civatê de zindî bihêle û ji alîyekî din jî dixwaze doza neteweperwerîya Kurd û Kurdistanê aloz û şolî bike.

Têgeha “Sosyalîzma civata demokratîk” dê cîyê “modernîteya demokratîk” bi ramana “guherîna sosyolojîya serdemî” ve di civata Kurdan de heyranîya “hemwelatîya azad” û “civata komara demokratîk” pêşde bixe.  Di vê civata biyanî ya helwesta domandina dagîrkerîyê de, dê takekes û alîyekî mezin ji civata Kurd  ku ez wek civata esilkurd/kurdkökenli binav dikim, bingeha “şad û bextewarîyê”, bi neyarên xwe yê herî xeter ve bi serbilindîyê ava bike.

Di pêvajoya malwêranîya xweradestîya civakî de, roleke sereke li ser milên neteweperweran bilind dibe. Lewra alîyekî mezin ji ronakbîr/rewşenbîrên neteweya Kurd, di nav “şadî û bextewarîya” vê malwêranîyê de xwe radestî helwesta dagîrkerîyê û karîyera postên vê dagîrkerîyê kirine. Ger rewşenbîrî nebe, panzehîra radestîyê dê malwêranî tevaya civatê di nav lepên dagîrkerîyê de bipêçe û dê kevokên “aştîya bê wate” li ser asoyên civata miletê Kurd wek heyûleya serdemîya xwekuj birr bi birr bifirin. Gunehkarîya mezin li vir bêdengîya rewşenbîrî û berpirsîyarîya şiûra neteweyî bi xwe ye.

Nezir Akat/nezirakat@gmail.com

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *