Banê / Rejîma Îranê kolberekî Kurd qetil kir

Çekdarên Rejîma Îranê li navçeya Sorkêwê ya bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd qetil kir.

Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku çekdarên rejîma Îranê duh (20.03.2025) li sînorê navçeya Sorkêwê ya bi ser bajarê Banê ve yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberê ciwan ê bi navê Sîna Rustempûr, kir hedef.

Hat ragihandin ku ew kolberê ciwan ji sînga xwe ve bû hedef û canê xwe ji dest da.

Hengawê diyar kir ku Sîna Rustempûr zewicî û bavê zarokekî bû. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *