Balafirên şer ên Tirkiyê hejmarek gundên derdora Kobanê bomebaran kir

Hate ragihandin ku îro 17ê Çileyê balafirên şer ên Tirkiyê di demeke ku topbarana çekdarên girêdayî wê li Bendava Tişrînê berdewam dikir, gundewarê Tirl Temirê 3 gundên bajarê Kobanê, dora bajêr û kargehek bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, gundên Çelebiye, şîrketa çîmento ya Kobanê, girê gundê Lokta û gundê Goktepê yê Kobanê ji aliyê balafirên Tirkiyê hatin bombebarankirin.

Dema êrîşa asmanî berdewam bû jî çekdarên girêdayî Tirkiyê jî bendava Tişrînê û bakurê Til Temirê topbaran kirin.ç

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *