Bajarên herî xerab li Bakurê Kurdistanê ne

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) bajarên herî baş ên di warê jiyana kesayetî de Enqere, Stenbol û Kocaelî ne.

Her wiha bajarên herî xirab Agirî, Riha û Wan ên Bakurê Kurdistanê ne.

TUIKê “îndeksa bipêşketina kesayetî ya bajaran” a sala 2022yan ku li gorî amarên “kalîte û dirêjbûna jiyana mirovan”, “perwerde” û “asta jiyanê” ya mirovan tê amadekirin, eşkere kir.

Li gorî amaran “îndeksa bipêşketina kesayetî” ya Tirkiyeyê, sala 2018an 0,844 bûye û sala 2022yan ji sedî 1,1 bilind bûye û gihiştiye 0,854an.

Li gorî amarên “îndeksa geşedana kesayetî” Tirkiye li seranserê cîhanê di beşa “Bipêşketina Herî Bilind” de cih digire.

Bajarên herî baş ên Tirkiyeyê ne

Li ser asta bajaran jî bajarên herî baş ên Tirkiyeyê û yên herî xerab ên Bakurê Kurdistanê ne.

Sala 2022yan “îndeksa bipêşketina kesayetî” ya herî bilind bi rêjeya 0,891an li Enqere bû.

Piştî Enqereyê bi rêjeya 0,886 Stenbol duyem û Kocaelî sêyemîn, bi rêjeya 0,870 Îzmir çaremîn û bi rêjeya 0,867 Mugla bajarê pêncemîn e.

Bajarên herî xerab ên Bakurê Kurdistanê ne

Bajarên “îndeksa bipêşketina kesayetî” ango bipêşketina kesayetî lê herî xerab jî bajarên Bakurê Kurdistanê ne.

Di nav 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de Agirî bi rêjeya 0,748 bajarê herî dawî ye.

Piştî Agiriyê bajarên herî xerab Riha, Wan, Mûş û Bêdlîs ên Bakurê Kurdistanê ne. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *