Babekir Zêbarî diyar kir ku Îraqê nehiştiye Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) dronan bide Pêşmergeyan.
Şêwirmendê Leşkerî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro û pirsên Niwêner Fatîh bersivandin.
“Postên Kurdan ji wan distînin”
Babekir Zêbarî diyar kir ku berê rêjeya Kurdan a di nav artêşa Îraqê de ji sedî 20 bû lê ev rêje niha nagihe ji sedî 2yan jî û berdewam kir:
“Niha li artêş, îstixbarat û Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê postên Kurdan ji wan distînin.
Berê postên Kurdan ên wekî Serokerkanê Artêşa Îraqê, Emîndarê Ewlehiya Giştî, Wekîlê Îsxitbaratê û Wekîlê Wezîrê Karên Navxwe hebûn lê niha yek ji wan nemaye.
Tiştê ecêb jî ev e ku rayedarên Kurd bi dû wan postan nakevin û dîsa postên xwe naxwazin.
“Îraqê nehişt Koalîsyon dronan bide Pêşmergeyan”
Babekir Zêbarî destnîşan kir, piştgiriya ku Koalîsyon dide Pêşmergeyan kêm e û hinek caran Îraq bixwe li ber piştgiriyê dibe asteng û got:
“Koalîsyonê xwest ku dronan bidin Pêşmergeyan lê Îraqê nehişt.”
Zêbarî got ku reformên li ser Pêşmergeyan berdewam dikin û li gorî planê dê heta 3 salên din reform temam bibin.