Hikûmeta Awistralyayê bûyerên tundiyê yên li berava Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku divê hemû civak bên parastin.
Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese û Wezîra Karên Derve Penny Wong derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi taybetî îdiayên kuştina bêyî darizandin a li hemberî civaka Elewî endîşeyeke mezin çêkiriye û hat gotin:
“Em êş û azara vê civakê fêm dikin û di van demên zehmet de hestên me bi wan re ne.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, “Em kuştina sivîlên bêguneh bi tundî şermezar dikin” û hat ducarekirin ku divê Elewî, Xiristiyan, Durzî û Kurd û hemû pêkhateyên din bên parastin.
Banga “aramî û diyalogê” li hemû aliyan
Hikûmeta Awistralyayê ji hemû aliyan xwest ku sivîl bên parastin, aramî were nîşandan û diyalog were bipêşxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em gotin û kiryarên rayedarên demkî yên Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin.
Divê her kesê têkildarî van bûyerên xwînî hesab bide.”
Her wiha hat destnîşankirin ku gelê Sûriyeyê bi salan e rastî şer, zilm û koçberiya bi darê zorê tê û ji bo aştiya mayînde ya li welêt hemû alî xwedî berpirsyarî ne.
Banga Awistralyayê ji bo veguhastina siyasî ya berfireh
Hikûmeta Awistralyayê diyar kir ku divê li Sûriyeyê hikûmeteke nûner were avakirin ku rêzê li mafên hemû kêmîneyan bigire û dûrî cudahiya mezhebî be.
Hikûmeta Awistralyayê bang li rayedarên hikûmeta demkî kir ku pêşengiya pêvajoyeke veguhastina siyasî ya berfireh bikin.
Hevkariya navneteweyî dê berdewam bike
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Awistralya dê hevkariya xwe bi Neteweyên Yekbûyî û hevkarên navneteweyî re bidomîne û dê teşwîqa guherîna siyasî ya mayînde bidomîne ku demeke dirêj e ew ji bo gelê Sûriyeyê li bendê ne.
Her wiha hat destnîşankirin ku Awistralya dê bipêşketinên li Sûriyeyê ji nêzîk ve bişopîne û di vê pêvajoyê de helwesteke tund li hemberî binpêkirina mafên mirovan nîşan bide.