Aştî û dîyalox

Bedixan Epozdemir

Texmîn dikim, çîrokê gelek kes dizanin. Li gundek, bi navê Mendo zilamek hebû ye. Mendo, bi jina xwe wa pir girêdayî bûye. Di rabûn û rûniştina xwe da, di hizir û gav avêtinên xwe da tim û tim pîvana wî jina wî bûye. Gund xîra dibî, dinya ser û bin dibî, di umura Mendo da nîne. Gelek doz û pirs têne holê, lê misqal zere bala Mendo nakişîne. Bi kurtasî avabûn û ruxandîna cîhanê li cem Mendo; girêdayî ye bi rewşa jina wî wa.

Gundîyên Mendo bi rojan gûhdarê Mendo ne. Rewşa Mendo pir bala wan dikşîne. Gelek hewil didin, ku Mendo ji vê rewşê xilasbikin û lê bikşînine nav civata xwe.

Ez, serê we zêde ne êşînim.

Gundîyên Mendo bi ser nakevin.

Di dawîyê da hêvîya xwe ji Mendo dibirin. Lê metelokek li ser Mendo derdixin ku heye îro jî didome.

Dibêjin; “Dinê bi dinê ve, Mendo bi jinê ve”.

Mala gundîyên Mendo avabî ku vê gotina xweş û bedew ji edebîyata me ya devikî ra dane kezenç kirin. Çinkî êdî di saya vê gotina xweşik da hewcedarîya westabûnê nema ye. Li himberî gelek merheze û dîtinên kironîk bersiv gelek hêsa ye;

“Dinê bi dinê ve, Mendo bi jinê ve”.

 

*  *  *  *

 

Temaşa berpirsîyar û reyedarén me bikin.

Bi salane ku eynî benîşt dicûn, eynî meqam lêdixin û li ber eynî meqam dileyîzin.

Lê di waré pirsegirikén sîyasîda  yek bost bi pêşva naçin û ji ya xwe jî nayêne jêr.

Pirsên xîmî yên welat û gel li holê dimînin. Welat bûye gola xwînê, birçîbûn û xîzanî çar alî girtîye. Lê di umura wan da nîne.

Hêja jî bi dîtinê kevnar û xeyalî dijîn. Bi şiarén kewnar girseyan ditewzînin.

Dema gotina aşitî, nermbûn û dîyaloxê derbaz dîbî xwîn li serê wan dikelijê. Dîn û hartir dibin. Azadîya civaté di umura wanda nine. Hebî-tine bî azadîya kes û kesayeta ji bo wan giringe.

ji guhartinén Cîhané bénesibin. Tené dîtina wan raste.

Gelo qe kerin, gêjin, şaşin yan korin ?

Bi ya min na.

Ew bi xwe jî ji xwe bawer nakin. Dizanin rîya ku ewan girtîye, rîyeke sererast nîne.

Lê heya ku çon, kare ji wan ra. Sedem vî jî bezirganî ya aşitî, hevdemî û demoqrasîyê dikin.

Hawar û qîre-qîra dinya yê jî wan zêde eleqedar nake.

Sedem ku, “Dinê bi dine ve, Mendo bi jinê ve” ye.

Lê şik tûneye, wê rojek fêl û finazên jina Mendo mala wî xira bike.

Rika me jî jê bê, em ne ecbînîn jî, em çiqas jî kirasê nûjenîyê li xwe bikin; dîsa jî bi gelemperî me hêja jî nîr û qeydên kevnar neşikandî ye.

Ne hevceye ku em hêrs bibin. Bi hêsayî gava em rewşa xwe bîveznînin, wê rastîya me bê holê.

Lê bi ya min gelek mesele û metelokên gundîtî yê hene, ku îro jî em dikarin ji wan sûd hildin. Sedem vî gerek em zêde jî ji gundîtî ya xwe aciz nebin.

Ya giring eve ku em bikarbin; ji wana yên baş biparêzin, yên ku bêne temîrê temîr bikin, yên xirap jî terk bikin. Ku me vî pêkanî, destxistina pêşveçûn û nûjenîyê hêsa dibî.

Sedem vî serê we bi êşî jî divem, gotina xwe ya dawî bi meseleyeke dîn yê gundîtî va gîrêbidim.

Kurê Qaso, gundîyeke sêwî bû. Li derî û xopana mezin bibû.Kîji şuna xwe radibû li nava çevên wî dixist.Kîn û hêrsa wî çiqas diço zéde dibû.

Rojek meseleyekê Kuré Qaso yê pir gîrîng diqewimé. Wusan giring bûye ku mesele bûye  ya hemû gundîyan. Gundî, di dawîyê da mecbur man ku lî ser vê pirsê bi axifin. Her şev li mala  mezinê gund dicivin. Bi roj heya dereng di xebityan. Dema dihatin malé pir westîyayî bûn.

Dema dihatina cem hev, herkes wé rojé kirinê xwe yên rojane kisedikir. Dawî li kisekirina nedihat.

Hinek ji wana diponijîyan, hinek di xew da diçon.

Di bû nîvê şevê. Tam divî wextî da yekî digot;

-Dê  em bêne ser mesela Kurê Qaso.

Gundîyan bi tevayî dîgot;

-Ka bila îşev jî bimînê.

Ev rewş, şevek, du şev, sê şev domkir. êdî gundî bêzar bûn.
Şevek dîsa rewş dubare bû.

Gundîyek go;

Véca em bêne ser mesela Kurê Qaso.

Gundîyên mayî bi hêrs û yek deng gotin;

-Nelet bê li Kurê Qaso û babê wî. Ma ke tu tişt nema ku em li ser wî kise bikin.  Di dawîyê da mesela Kurê Qaso ma û nepişkifî.

Pirsegirikén me yén netewî mina giloka benikin.

Yan meseleyén me jî bûne mesela “Kurê Qaso” .

Gerek em hemû ji bo aşitî û dîyaloxê pêwîstîyên xwe bêwestan bînine cîh.

Yekîtî ya me bi vî wa girêdayî ye.

Di roja îro da yekîtî jî weka nan û av ji me ra pêwîste.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *