Artêşa Îtalyayê li ser piştevanîkirina Pêşmergeyan berdewam dibe

Fermandarê Hêzên Hevpar ê Artêşa Îtalyayê, piştî ku serdana Fêrgeha Pilingên Zêrevaniyê li Hewlêrê kir, soz da ku Wezareta Bergiriyê ya Îtalyayê li ser alîkariyên şêwirmendî û meşqkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dibe.

Wezareta Pêşmerge di ragehandinekê de parve kiriye, “Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr îro (Pêncşem, 24.04.2025) bi Fermandarê Hêzên Hevpar ên Artêşa Îtalyayê Ferîq Giovanni Maria Lannucci re danûstandin li ser pêşxistina warê meşq û rahênan û piştevaniyên şêwirmendî û baştirkirina peywendiyên serbazî kirin.”

Her di wê ragehandinê de hatiye, “Her du alî li ser pêşxistina meşq û rahênan û piştevaniyên artêşa Îtalyayê ji bo Pêşmergeyan û baştirkirina hevahengiyên hevpar cidî bûn, xasma jî li ser şêwirmendî, meşqkirin, rahênan û çaksaziyên serbazî.”

Herwesa Fermandarê Hêzên Hevpar ên Artêşa Îtalyayê soz jî da ku, li ser meşqkirinê alîkar dibin û berdewamiyê didin peywendiyên xwe yên bi Pêşmergeyên Kurdistanê re.

Artêşa Îtalyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de yek ji welatên bibandor bû, ji bo alîkarîkirina Pêşmergeyên Kurdistanê, xasma jî li ser meşqkirin û pêşxistina şiyanên wan. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *