Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Brian Hughes li ser banga ji bo fesixkirina PKKyê got, “Em bawer dikin dê bibe alîkar ku aştî were wê herêma aloz.”
Abdullah Ocalan doh xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.
“Ev bipêşveçûneke girîng e”
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Brian Hughes li ser mijarê axivî.
Brian Hughes amaje bi “girîngiya peyamê”, “Tirkiye” û “Rojavayê Kurdistanê” kir û got:
“Ev bipêşveçûneke girîng e û em hêvî dikin dê alîkariyê bike ku Tirkiyeya hevpeymana me derbarê hevkarên Amerîkayê yên li dijî DAIŞê yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê rehet bibe.”
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî banga Ocalan jî bi rengê “Em bawer dikin dê bibe alîkar ku aştî were wê herêma aloz” nirxand.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk dihat doh ji bo civîna sêyemîn a bi Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.
Heyet piştî ku li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir vegeriya Stenbolê û peyama Ocalan hat xwendin.
Ahmet Turk Kurdiya peyamê û Pervîn Buldanê jî Tirkiya wê xwend.
Peyama Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan wiha ye:
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk
PKK; di sedsala 20an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.
Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesixkirina wê heye.
Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dildarî di nava tifaqekê de bimînin.
Du sed salên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, ligel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekîtiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve birêxistin bikin.
Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û şîdetê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek stend.
Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.
Rêzgirtina nasnameyan, azadiya ramanê, rêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkin e.
Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekîtî û berdewamiyek mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tuneye û ne mimkin e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.
Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
Banga ku Birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku BirêzSerokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesix bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku baweriya jiyana hevpar dikin û guh didin banga min.
25 Sibat 2025
Abdullah Ocalan.”