Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê ji welatiyên Amerîkayê xwest ku serdana Sûriyeyê nekin.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê de, derbarê gerûgeşta li Sûriyeyê de hişyarî hat dayîn.
Daxuyaniya ku tê de tê diyar kirin ku hiÅŸyariya çûna ji bo Sûriyeyê di asta çaremîn de ye, hate gotin ku Wezareta Derve ya Amerîkî agahdariya pêbawer diÅŸopîne derbarê êrîşên “îhtimal û nêzîk” de, ku deverên gerûgeÅŸtê jî ji wan deveran in.
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku sedema hiÅŸyariyê “terorîzm û aloziyên navxweyî” ye, wiha hat gotin:
“Em tînin bîra welatiyên Amerîkî ku terorîst planên revandin, bombekirin û êrîşên din li Sûriyê didomînin û welatiyên Amerîkayê yên li herêmê hatin hiÅŸyarkirin ku demildest Sûriyeyê terk bikin.” (PK)