Koşka Spî ragihand, biryar hatiye dayîn ku alîkariyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê werin rawestandin.
Amerîkayê, bi fermana Donald Trump biryar da ku alîkariyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê rawestîne.
Rayedarê Koşka Spî ragihand, birêvebiriya Trump biryar daye ku alîkariyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê rawestîne lê got ku ev biryar nayê wateya bidawîkirina alîkariyan.
Rayedar diyar kir ku Amerîka dê pêvajoyê ji nêzîk ve bişopîne û ew li benda encamên vê biryarê ne.
Serokê Amerîkayê Trump li Koşka Spî bersiv dabû pirsên rojnamegeran û gotibû wan hîn li ser îhtimala qetandina alîkariyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê biryareke zelal nedaye û diyar kiribû:
“Eger Zelenskyy derbarê ku şer li Ukraynayê dê demeke dirêj biajo ne mafdar be dê baş be.”
Koşka Spî her wiha destnîşan kir, biryar çekên ku berê hatine şandin li xwe nagire.
Nîqaşa Trump û Zelenskyy
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li Koşka Spî bi tundî ketin qirika hev û Zelenskyy bi xeyd û dilekî şikestî ji Koşkê derket.
Nîqaşa her duyan ket rojeva cîhanê, rêberên Ewropayê peyamên piştgiriyê ji Zelenskyy re şandin.
Paşê Zelenskyy ji Amerîkayê derket û çû Brîtanyayê û bi rêberên Ewropayê re hevdîtin kirin.
Şahê Brîtanyayê Charles li Londonê Zelenskyy qebûl kir, her du alî nêzîkî saetekê rûniştin.
Pişt re li Londonê li ser “alîkariyên bilez” civîneke lîderan hat lidarxistin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer daxuyand ku li ser dabînkirina alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê û berdewamkirina zextên aborî yên li ser Rûsyayê lihevkirin heye.
Wî destnîşan kir ku di rewşa peydakirina peymana aştiyê de dê şiyanên parastinê yên Ukraynayê bên xurtkirin.
Starmer xwest tevgereke bilez hebe û diyar kir, ew nêrînên bi rengê ku “Amerîka ne hevalbendeke ewle ye” qebûl nake.