Her du gerên civînên Amerîka û Îranê li Oman û Romayê, hêj ewrên kiryarên serbazî li navçeyê ji hev belav nekirine, lê belê daxuyaniyên piştî gera duyem aramiyek li navçeyê derxist holê. Nirxandina Îraniyan hêvîdar e, her çend zimanê tûj ê Trump tişta herî bêzarker e ku Îranî aciz kirine, ji ber ku çûna wan a nav gotûbêjan li jêr gef û tirsa raweşandina lepa Trump bû.
Îranî û nexasim pêgeha rêber, ji vî zimanê zivir ê Trump pir dilgiran û nerehet in, armanca Amerîkayê jî ji xwe ev e, dixwaze yeqîn û bêgumaniyekê li beramberî kiryara serbazî li ba Îraniyan çêbike, da ku bi zora tirsê be jî wan bikşîne ser maseya danûstandinan.
Sê daxwazên Amerîkayê
Yekem: Ne çekên atomî lê enerjiya atomî, ev du tiştên ji hev cuda ne. Tiştê ku Amerîkî ji Tehranê dixwazin, hilweşandina tevahiya kargehên hilberîna enerjiya atomî û rawestandina tevahî ya peyitandina uranyumê ye, herçend ji bo armancên medenî û pêşveçûna aborî û sektora pîşesaziyê ya welêt be jî.
Di rêkeftina berê di serdema serokatiya Obama de – Plana Karê Hevbeş JCPOA- 2015- tenê rêgirtina li çêkirina çekên atomî bû, lê vêga Trump dixwaze ezmûna Lîbyayê ya sala 2004an bi Îranê re dubare bike, hilweşandina kargehan û komkirina keresteyan û şandina wan ji bo derveyî welêt wek Lîbyayê di wê demê de û piştî hilweşîna rejîma Baasê ya Îraqê, şûrê firokeya Lockerbie li ser gerdena Miemer Qedafî bû, rabû ji bo xilaskirina serê xwe tevahiya keresteyên berhemanîna enerjiya atomî di keştiyekê de bar kir û radestî Rojavayê kir.
Duyem: Moşekên dûravêj; Amerîkî dixwazin hêza berevaniyê ya Îranê ji wan moşekên ku tirsa Îranê di hest û dilê welatên derve de bi cih kirine bêpar bihêle, ev jî gaveke gelekî li pêş a lawazkirina Îranê ye.
Sêyem: Hegemonî; Îran welatekî herêmî yê bihêz û xwedî bandor e, her mekanîzmayeke ku ji bo avakirina hegemoniyê li Rojhilata Navîn were bikaranîn, wekî (komên çekdar, tayîfegerî) wan dudilî di bikaranîna wê de nekiriye, pirsa tayîfegeriyê li ba Washingtonê ne xwedî girîngiyeke wisa berbiçav e, lê belê komên çekdar li Îraq, Yemen, Sûriye û Lubnanê, beşek ji wan amrazan in ku di destê Tehranê de ne ji bo çespandina hegemoniya xwe li welatên navçeyê û li ser wan welatan, eger ew hegemonî hewcedarî rijandina xwînê û bêaramiyê be jî, her bi wan koman serêşiyê ji Amerîkîyan re çêdike.
Loma ew komên ku ji aliyê Sipaya Pasdaran ve hatine pêkanîn û rahênan kirine, serkirdeyên Îranê bê dudilî ji bo berjewendiya dewleta xwe li navçeyê bi kar tînin, rima destê wan bûn ji bo lêdana serbazên Amerîkî li Îraqê û parastina rejîma Beesî ya Sûriyê û guşardanîna ser welatên deverê jî, herwiha arastekirina siyaseta navxweyî û derveyî ya wan welatan.
Çima?
Sedema van daxwazên Washingtonê ji Tehranê heta asta livandina gemiyên hilgirên firokeyan ên qerase çi ye?
Yekem: Ewlekariya Îsraîlê; mijara hilweşandina kargeha pîşesazî ya enerjiya atomî û rawestandina hemû cureyên dewlemendkirina uranyumê, jinavbirin û bidawîkirina çêkirina moşekên dûravêj ji bo parastina ewlehiyê û daxwaza Îsraîliyan e.
Ew dizanin ku Îran heta niha bi biryara siyasî û fetwaya ayînî çekên atomî çê nake, eger na ji aliyê zanistî ve dikare. Baş e, eger hat û sibe ew biryar an ew fetwaya olî were guhertin?
Rûdanên herêmê bi taybetî piştî moşekbaranên dualî ji aliyê Îran û Îsraîlê ve, paşvekişîna ji biryara heramkirina çekên atomî ne dûr e, ji ber ku Washington û Tel Avîv naxwazin ti welatek ne tenê şiyana êrîşkirinê lê berevaniyê jî li hemberî Îsraîlê hebe. Ewropî jî heman daxwazê ji Îranê dikin.
Duyem: Nehêlana hegemonyaya Îranê li Rojhilata Navîn, nemaze li welatên erebî, Amerîka bi ti awayî qebûl nake ku di ti herêmeke cîhanê de rikberî li ser hegemonyaya wê bê kirin, heger ne di bin desthilata wê de be.
Ev stratejî ye û piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji aliyê Harry Truman 1887-1972-yê sî û sêyemîn serokê Amerîkayê ve hatiye dariştin, dibêje: Nabe em çavê xwe ji ti welat û hêzekê bigirin ku hewlên zarokane ji bo rikberiya hegemonyaya Amerîkayê bidin. Îran jî welatek e ku beşekê ji parastina ewlehiya xwe ya neteweyî bi rêya avakirina hegemonyayê diparêze.
Sêyem: Siyaseta Rojava bi giştî ew e ku rê bi welatên cîhana sêyem neyê dayîn ku di warê pîşesaziyê de pêş bikevin, her di nav çerxa cîhana sêyem de bimînin, her dem kedî û bindest bin, ne tenê pîşesaziya serbazî, çi bigre aborî û pîşesaziya medenî û avakirina welêt jî, tewra pêşxistina siyasî jî.
Çawa?
Amerîka û Îsraîl çawa û bi çi awayan dixwazin Îraniyan bêgav bikin ku daxwazên wan qebûl bikin?
– Zexta aborî; di cîhana nû de, eger sepandina dorpêçên aborî li ser welatan hêsan be û bandoreke wan a giran hebe, di heman demê de xelasbûna ji wan jî ne zehmet e. Ji ber vê yekê, di dehsalên borî de, Îranê karî bi awayekî rêjeyî wê zexta aborî li ser niştecihên xwe kêm bike.
– Fişara leşkerî; tecrûbeya Amerîkiyan ligel Îraniyan dibêje ku nîşandana cidiyetê di bikaranîna hêzê de, Îraniyan neçarî axaftinê dike, her çend Pentagonê rasterast êrîşî Îranê nekiriye jî, lê asayî ye destûr bi Îsraîlê were dayîn ku wî karî bike, loma Trump du meh ji bo Tehranê danîne, ji ber ku armancên guvaşa aborî ya herî zêde pêk nehatin.
– Lêdana li dost û grûpên pro-Îranî (girêdayî Îranê), bombebarana giran û berdewam a Hûsiyan, di rastiyê de lêxistina Îranê ye. Bi heman armancê Waşington wan kiryarên leşkerî yên dijî Hûsiyan pêk tîne, Amerîka bê rawestandin grûpên Îraqî jî aram nabe.
Divê di çarçoveya destûra Îraqî de pirs û giriftên wan çekdaran, çi navî xwe lê dikin bila bikin, çareser bibin. Tewra ew qanûna Heşda Şeibî ku di van deman de Şîeyên Parlamentoya Îraqê hewl didin derbas bikin, beşek ji Amerîkiyan ji Koşka Spî xwestiye ku destûra derbasbûna wê nede.
Dîplomasî ew rê ye ku serokê Amerîkayê dixwaze bi kar bîne da ku daxwazên xwe bi Îranê re bi dest bîne. Hemû daxuyanî û nameyên gefxwar ên ku arasteyî Tehranê hatin kirin, bi mebesta kişandina wê bo ser maseya gotûbêjan bû di wê keşûhewaya ku Washingtonê dixwest, heger na wê Îran rastî rewşeke gelekî xofdar were, wek serok Trump eşkere dibêje.
Ango:
– Guhertina rejîmê ne di rojevê de ye, ne eşkere hatiye gotin û ne jî bi dizî behsa wê hatiye kirin.
– Washington bi taybetî û Rojava bi giştî dixwazin Îranê vegerînin nav sînorên wê yên erdnîgarî ku di Neteweyên Yekbûyî de wekî axa dewleta Îranê tê naskirin, wekî dewleteke asayî, bi rêyên dîplomatîk, aborî û siyasî bi derûdor û cîhana derve re tevbigere û danûstandinê bike, ne bi rêyên leşkerî û şerfiroşiyê.
– Divê ew ji destwerdana di dosyayên herêmî û navdewletî de dûr be, tenê bi qasî ku dewletên mezin ên cîhanî destûrê didin.
Hinek ji wan daxwazan radestbûna Îranê li xwe digirin, lê belê siruşta danûstandinan wiha ye ku her du alî nermiyê nîşan didin. Astenga herî berbiçav a li pêşiya gihîştina rêkeftinê nebûna baweriyê ye. Di têkbirina baweriya di navbera Tehran û Washingtonê de jî, Îsraîl roleke sereke dilîze. (Rûdaw)