AMED – Pêşangeha Xwarinên Xwemalî: 150 şirket beşdar bûn

Li Ameda Bakurê Kurdistanê, “Pêşangeha Xwarinên Mezopotamya û Xwarinên Herêmî yên Biharê” berdewam dike.

Pêşangeh bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê û Anatolia Fuarcilikê tê lidarxistin.

Ji 42 bajaran 105 kompanya beşdarî pêşangehê bûne.

Ji bo pêşangehê eleqeya xelkê Amedê zêde ye. Pêşangeh dê heta 13ê vê mehê vekirî be.

“3 cejn bi hev re”

Rêkxerê Pêşangehê Umar Firat kêfxweşiya xwe ya ji pêşangehê wiha anî zimên:

“Eyda Remezanê derbas bû ew ji bo me eyda yekemîn bû.

Di wê eydê da gelek geştiyar hatin Amedê ew ji bo me eyda duyemîn bû.

Di vê pêşangehê de jî me gelek mêvan anîn Amedê ev jî ji me ra bû eyda sêyemîn.

Par di meha Çiriya Paşîn de me 6emîn pêşangeha xurekan li dar xistibû di wê de nêzikê 310 hezar kesî hatibûn pêşangeha me.

Em hêvî dikin ku di vê pêşangehê de ew hejmar zêdetir bibe.”

Bajarên ku beşdarî pêşangehê bûne  li gel firotina tehmên cûrbecûr yên welatên xwe danasîna bajarên xwe jî dikin.

Li gel wî welatî jî di bin yek sîwanekî de derfeta dîtîna berhemên gelek bajarên ji hev cudatir dibînin û hem dixwin hem jî distînin.

“Me ji bo xelkê Amedê kebaba caxê aniye”

Hostayê kebaba caxê Recep Kuçuk ku ji Erziromê beşdar bûye wiha got:

“Ji bo xelkê Amedê ji vê tehmê bêpar nemîne me kebaba caxê ya Erziromê aniye.

Hûn dizanin din av xwarinan de li seranserê Tirkiyeyê kebaba caxê di rêza yekem de ye.

Li asta cîhanê jî di rêza sêyemîn da ye. Bila kes ji vê tehmê nemine. Halê herî xwezayî û herî xweş ê goşt  kebaba caxê ye.”

Firoşkar Gamze Uçuyê got, “Ev pîşmaniye ye, xweş e. Tu bixwî, tu poşman nabî ka pêşî li tehma wî binhêre. Ev yê Îzmîtê ye.”

Firoşkarê penêrê Wanê Sefer Cîntan wiha axivî, “Me pêxan a Wanê aniye, me çorek, nane tendûrê yê Wanê aniye.

Eleqe baş e. Xelk ji penêrê Wanê gelekî hez dike. Kîloya wî bi 450 lîreyî ye, li Wanê jî kiloya wî her 450 lîre ye.”

Firokşkar Furkan Yolun got, “Em sicûxê Qeyseriyê difroşin. 2 kîlo hezar lireyê ye.

Yên ku du kîloyan bistînin em kîloyekî jî beleş didin wan. Xweş diçe, ku awiha berdewam be gelekî baş e. Em ji halê heyî memnûn in.”

Pêşangeha Xwarinên Xwemalî ku di 5ê Nîsanê vebû dê heta 13ê Nîsanê ango 9 rojan vekirî bimîne. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *