Şaredariya Navçeya Rezan a Amedê di bin banê şaredariyê de navendeke pirzimanî ya tenduristiyê vekir û xist xizmeta şêniyên navçeyê.
Taybetmendiya vê navendê pirzimanîbûna wê ye.
Lewra hemû bijîşk, perestar û karmendên navendê Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) dizanin û xizmet jî dê li gorî pêwîstiyê hem bi zaravayên Kurdî hem jî bi Tirkî were dayîn.
Her wiha hemû tedawiyên li wê navendê jî dê bê pere bin.
“Pêwîstî bi ximeta zimanê dayîkê heye”
Hevşaredarê Rezan Siraç Çelîk got: “Di salên 90î de gund şewitîbûn, koçberî çêbibû, însan ji gundan hatin vê navçeyê ava kir.
Navçeyeke herî mezin e. Yên ku li vê navçeyê dijîn, bapîrên me, kalên me, dayîkên me bi Tirkî jî nizanin
Ji ber wê hewcedarî bi zimanê dayîkê bû ku xizmeta tenduristiyê bi zimanê dayîkê were dayîn.”
“Ji bi Tirkî nizanin zehmetiyan dikişînin”
Hevşaredara Rezan Leyla Ayazê jî wiha anî ziman, “Dayîkên me, hevalên jin ne Tirkî dizanin, ne jî xwendin û nivîsandina wan heye.
Ji ber wê dema diçin nexweşxaneyan zehmetiyê dikşînin. Ji ber wê ev der ji bo jinan zêdetir girîng e.”
Li gorî ragihandina şaredariyê, rojane herî kêm dê pişkinîna 100 nexweşan were kirin û ji wan re dê derman were nivîsandin.
Heke pêwîst be dê ji wê navendê sewqa nexweşan ji bo nexweşxaneyan jî were kirin.
“Li vê navendê 23 personelên me yên tenduristiyê hene”
Perestar û Berpirsa Navenda Tenduristiyê Evîn Serînê got: “Li vê navendê 23 personelên me yên tenduristiyê hene.
2 bijîşkên me hene, 5 perestarên me hene. 2 laborantên me hene. Personelên rontgenê hene.
Li ser plansaziya malbatî beşa me heye. Li ser mijandina pitikan diyetîsyena me heye.
Em dikarin di laboratuvara xwe de tehlîla xwînê bikin. Di nêzîk de doktorê diranan jî dê hebe.”
Ev navenda ku zimanê xizmetê dê kurdî be bi taybetî jî dê kêrî welatiyên danemir ên ku Tirkî nizanin were. Her ji ber wê şêniyên navçeyê gelek kêfxweş in.
“Tiştekî pir lazim bû”
Şêniyê taxê Osman Ulaş got, “Miheqeq tiştekî wiha pir lazim bû ku li welatê me, bi zimanê me, gelê me were tenduristiya xwe bibîne tiştekî baş e.”
“Mala Xwedê ava ez dê werim derdê xwe bibêjim”
Şêniya navçeyê Meyrem Karacadagê got, “Mala xwedê ava, mala xwedê ava, ez dê werim derdê xwe bibêjim û ji xwe re dermanan bidim nivîsandin herim.
Ez bi Tirkî nizanim dema diçim nexweşxanê yên ku alîkariya min dikin hene.
Lawê min bi min re tê. Ew nebe ez nikarim derdê xwe bibêjim.”
Şêniyê navçeyê Harûn Uzunlu diyar kir, “Hemû xebatkarên vira dê bi zimanê dayîkê zanibin.
Dê alîkariyê bidin wan û pirsgirêka wan dê çênebe.”
“Bi Tirkî bigota min fêm nedikir”
Şêniya navçeyê Sebriye Gerekliyê got, “Ez wê rojê hatim bi Kurmancî ji min re got saet 13:30an de were.
Bi Kurmancî got. Xwedê wan star û mihafeze bike înşellah. Ku Tirkî bigotana min fehm nedikir. Kurmancî şitexilî min fêhm kir.”
Navenda tenduristiyê ya şaredariyê, li gel xizmeta di cih de, dê bi tîmên gerok jî li gund û taxan bigere.
Li cihê cih jî ji bo dermankirina welatiyan sal 12 mehan di amadebaşiyê de be. (Rûdaw)
Abdulselam Akinci