Piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên li ser siyasetên herêmî yên Îranê bûne sedema acizkirina Îranê.
Hakan Fîdan 26ê Sibatê di hevpeyvîneke bi El Cezîre Erebiyê re de got ku “Siyaseta derve ya Îranê ku xwe dispêre mîlîsên herêmê, neçar kiriye ku Tehran ji tiştên ku bi dest xistiye zêdetir qurbanî bide.”
Li ser pirsa “Gelo Îran dê piştgiriyê bide hêzên Kurdên Sûriyeyê” Fîdan wiha bersiv da:
“Eger hûn hewl bidin ku bi piştgiriya hêzekê li welatekî din aloziyê çêbikin, dibe ku welatekî din jî piştgiriyê bide hêzekê li welatê we da ku ji bo we aloziyê çêbike.
Ti tişt di cîhana îro de nikare veşartî bimîne. Ew şiyanên ku li ba te hene, li ba yên din jî hene.
Ji ber vê yekê, eger tu naxwazî kevir biavêjin pencereya te, divê tu jî kevi neavêjî pencereya yên din.”
Ev yek wisa hat şîrovekirin ku Enqere bêşik dê piştgiriyê bide hinek hêzên nav Îranê, bi taybetî di nav nifûsa mezin a Azeriyan de ku girêdanên wan ên zimanî û çandî bi Tirkiyeyê re hene.
Bertekin Îranê
Rayedarên Îranê bi lez bersiv da daxuyaniyên Fîdan.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmîl Baqeî li ser hesabê xwe yê X nivîsî ku Îranê di nîv sedsala borî de li pey armancên herêmî neçûye û wiha pê de çû:
“Em welatê ewil bûn ku em li dijî darbeya li dijî hikûmeta Tirkiyeyê derketin û li ber rawestiyan.
Em di nav welatên yekem de bûn ku me piştgirî da çekdanîna PKKyê û me ew wekî gaveke girîng a ji bo xurtkirina ewlehiya welatê cîran, Tirkiyeyê, nirxand.”
Di heman demê de, berdevka hikûmeta Îranê Fatemeh Mohajeraniyê îro got ku Tirkiye û Îran “cudahiyên raman” li herêmê hene û daxuyaniyên Fîdan wekê “têkder” bi nav kir.
Fatemeh Mohajeraniyê her wiha li dijî daxuyaniyên bi vî rengî yên di pêşerojê de hişyarî da û got:
“Pirsgirêkên me bi Tirkiyeyê re li ser Sûriyeyê hene û em hêvî dikin ku ev pirsgirêk dê bi şêweyekî aqilane bên birêvebirin,”
Vexwendina balyozan
Aloziyên dîplomatîk zêdetir kûr bûn dema ku Wezareta Karên Derve ya Îranê îro Balyozê Tirkiyeyê li Tehranê Hicabi Kirlangic ji bo civînekê “vexwend”.
Rayedarên Îranê ji Kirlangic re got ku “rewşên hestiyar ên herêmî pêwîst dikin ku mirov ji daxuyaniyên ne di cih de û şîroveyên nerast dûr bikeve ku dikarin bibin sedema gengeşî û tansiyonê di pêwendiyên dualî de”.
Di bersivê de, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê berpirsê karûbarên Îranê yê li Enqereyê ji bo civînekê vexwend, û ragihand ku rayedarên Îranê demeke dirêj e bi eşkereyî rexneyan li Tirkiyeyê dikin.
Her wiha hat diyarkirin ku dosyeyek li ser mijarên berê ji aliyê Îranê ve hatiye şandin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keceli tekezî li ser tercîha Enqereyê ya ji bo dîplomaseya rasterast kir û got:
“Em bawer dikin ku, di her rewşê de, divê mijarên siyaseta derve neyên bikaranîn wekî keresteyên siyaseta navxweyî.
Di vê çarçoveyê de, em tercîh dikin ku peyamên rexneyî ku pêwîst in ji bo welatekî din bên dayîn, em rasterast digihînin wergirên wan”
Tevî aloziyan, Tirkiye û Îranê xwe ji bankirina fermî ya dîplomatên xwe dûr dixin, her duyan jî peyvê “vexwendin” di daxuyaniyên xwe yên fermî de bi kar anî û tekez kir ku ew dixwazin têkiliyên dualî yên li ser berjewendiyên hevpar biparêzin. (Rûdaw)