Annalena Baerbockê hişyariya xwe ya ji bo helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê dubare kir û got, “Eger aliyê sêyem ê ku rûyê wan bikene DAIŞê be, dê ti sûdê nede kesî.”
Li gorî nûçeya DW Tirkiyê, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê hişyarî da ku li Rojavayê Kurdistanê di navbera Tirkiye û Kurdan de şer derkeve û got:
“Heger di şerê li dijî Kurdan de, aliyê sêyem ê ku rûyê wan bikene DAIŞ be, ti sûda wê ji kesî re nîne.”
“Nabe aliyê sêyem planan bike”
Annalena Baerbockê diyar kir ku rewşeke wiha dê ji bo Sûriye, Tirkiye û Ewropayê bibe metirsiyeke ewlehiyê û teqez kir ku divê yekitiya axa Sûriyeyê were parastin û got:
“Nabe aliyên sêyem wekî ku pêştir Îran û Rûsyayê kiriye, careke din li welat plansaziyê bike.”
Baerbockê amaje bi wê yekê jî kir ku Kurdan roleke taybet di şikestina DAIŞê ya li Sûriyeyê de lîstiye û wiha domand:
“Bê guman berjewendiyên Tirkiyeyê yên ewlehiyê yên rewa hene. Mîna her welatî Tirkiye jî dixwaze terorê ji holê rake.
Lê nayê qebûlkirin ku ev yek ji bo careke din Kurdan derbider bike û dîsa bibe sedema tundiyê were bikaranîn.”
“Berpirsiyariya me hemûyan heye”
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê her wiha bangî civaka navneteweyî kir û got:
“Berpirsiyariya me hemûyan heye ku rê li ber dubarebûna tundiyê bigirin û nehêlin ku hêzên nû yên tund ava bibin da ku xelk karibe piştî salên terorê di ewlehiyê de bijîn.”
“Bajarê Kobaniyê sembola qehremaniyê ye”
Siyasetmedara ji Partiyan Keskan bal kişand ser komkujiyên hovane yên DAIŞê yên li dijî Kurdan û got:
“Bajarê Kobaniyê sembola şerê qehremaniya Kurdan a li dijî DAIŞê ye.”
Piştî rûxandina desthilata Beşar Esed, Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ku Tirkiyê piştevaniya wê dike, bajarokên Til Rifat û Minbicê yên di bin kontrola Kurdan de dagir kirin.
Rêvebiriya Rojavayê Kurdistanê di wê baweriyê de ku Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve, amadehiyê dikin ku êrişî Kobaniyê bikin.
Rûdaw