Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Têra 111 salan gaza Îraqê heye

Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê Îzet Sabir got, “Têra 111 salan gaza Îraqê heye.”

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn doh 26ê Sibatê dest pê kir û dê heta îro êvarî bidome.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.

Forum bi sernavê “Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de” tê encamdan.

Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê Îzet Sabir di panela derbarê “Petrol, Gaz û Veguhastina Enerjiyê li Îraqê” de axivî.

Îzet Sabir da zanîn li Îraqê 127 trîlyon sêca gaz heye ku dê têra 111 salan dike û got, “Plana Îraqê ew e ku heta sala 2030î qet gaz neşewite.”

Bi gotina Îzet Sabir Kalîteya petrola Kerkûkê gelekî baş e, bi qasî 2 dolaran ji petrola brent bihatir e.

Sabir her wiha diyar kir ku heta dawiya sala 2025an, ji sedî 75ê gaza ku li Îraqê heye, dê hilberîn tê de were kirin.”

Li gorî gotinên Alîkarê Wezîrê Neftê yê Îraqê, hikûmetê biryar daye ku di navbera salên 2020-2030an de 10 milyar dolaran li sektora gazê hilberînin lê li hemberî vê jî dê 30 milyar dolar wekî dahat bi dest bixin.

Sabir eşkere kir sê sal berê, ji sedî 47ê hemû gazê Îraqê dihat şewitandin û got:

“Di heyama sê salan de ji sedî 14ê wê gaza ku dihat şewitandin hilberîn tê de hatiye kirin. Her ji sedî 1ê wê gazê yek milyar dolar e ku eger were şewitandin ew hemû ji destê me diçe.”

Bi gotina Îzet Sabir sala gaza şil li Îraqê dê ew qasî zêde dibe ku ew dê karibin, ji bilî pêdiviyên navxweyî, hineke gaza şil hinardeyî derve bikin.

Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê destnîşan ki ku Îraq dikare rojane 5,5 milyon bermîl neft hilberîne lê ji ber sînordariya OPECê, 4,5 milyon bermîl tê hilberîn û got:

“Hinardeya Îraqê mehane 100 milyon bermîl neft e. Heta sala 2030an dê dawî li şewitandina gaza hevber were.”

Wekî ku Îzet Sabir amaje pê kiriye, niha Kompanyaya Totalê ya Fransayê  û Kompanyaya Qatar Energyê bi hevkariya Wezareta Petrola ya Îraqê bi bihayê 25 milyar dolaran li sektorên gaz, neft û enerjiya elektirîkê hilberînê dikin.

Îraq xwedî gaza têra 111 salan e

Îraq yek ji wan sê welatên pêşî yên cîhanê ye ku tê de zêdetirîn gaz tê şewitandin, di demekê de ku ji Îranê gazê dikire.

Îzet Sabir got, “Îraqê xwe amade kiriye ku li gorî wan cezayên ku li ser Îranê hatine danîn, ji deverên din gazê peyda bike.”

Her li ser vê bingehê hikûmeta federal lihevkirinek bi Turkmenistanê re ji bo hawirdekirina gazê îmze kiriye. C

Alîka Wezîrê Petrolê yê Îraqê got, “Li gorî lihevkirinê divê me bi rêya Îranê gaz bianiya, peyman hatiye îmzekirin lê neketiye warê bicihkirin.”

Rezerva gaza Îraqê nêzîkî 127 trilyonên sêca ye ku li gorî gotina Îzet Sabir têra 111 salên pêşiya Îraqê dike.

“Gaza şil zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê tê şandin”

Îzet Sabir da zanîn ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, razî bûye ku zêdetir gaza şil ji bo pêdiviyên malan ji Herêma Kurdistanê re bê şandin.

Wî tekezî li ser vê kir, “Gelekî girîng e pêvendiyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê derbarê sektora gazê bi awayekî temamker be.”

“Daxwaza li ser elektrikê gihiştiye 50 hezar megawat”

Îzet Sabir behsa rewşa karebaya li Îraqê kir û got, “Li Îraqê bihayê karebayê nêzîkî bêpere ye, ji ber vê jî xelk baş bi kar nayne.

Niha li Bexdayê li hinek cihan berhevkirina pereyê karebayê sektora taybet dike. Eger tu pereyê nedî, dê kareba ji te were birîn.”

Li gorî gotinên Sabir daxwaza li ser karebayê gihiştiye 50 hezar megawat lê hilberîn 25 hezar megawat e.

Li ser vê yekê jî got,  “Pirsgirêka kareba bi zêdekirina stasyonên kareba çareser nabe lê bi kêmkirina daxwazê dibe.”

“Em nikarin tenê bi gazê kareba hilberînin”

Çend caran behs ji wê hatiye kirin ku Herêma Kurdistanê gazê bifiroşe Îraqê lê Îzet Sabir got, “Di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye ku kareba bide Îraqê ne ku gazê.”

Îraq kar ji bo wê dike ku ji bo hilberîna karebayê pişta xwe bi gazê girê bide, ji ber ku mesrefa wê kêmtir e û di heman demê de gaz jîngehê qirêj nake.

Îzet Sabir tekez kir ku nabê tenê pişt bi gazê were girêdan ji bo hilberîna karebayê, ji ber ku hilberîna gazê aloz e.

Li gorî gotinên Îzet Sabir, niha ji sedî 40yê stasyonên karebayê bi gazê kar dikin, ji ber ku gaz mesrefa wê gelekî kêmtir e.

Îraq ji bo hilberîna hinek ji kareba xwe pişta xwe bi gaza Îranê girê dide û rojane 800 milyon sêca jê dikire.

Alîkarê Wezîrê Petrolê herî dawî ji bo karûbarên gazê amaje bi wê kir ku asta hilberîna gazê zêde kirine, îsal ji 600 milyon metre sêcayî kêmtir gazê ji Îranê dikirin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *