Rojnameger û nivîskar Alî Duran Topuz eşkere kir ku fermana ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan derxe dê ji aliyê rêxistina wî ve bê qebûlkirin.
Komîteya Birêvebir a PKKyê li ser banga Ocalan got, “Em wekî PKK bi tevahî bi naverokê bangê re ne û em diyar dikin ku em dê ji aliyê xwe ve pêdiviyên bangê bicih bînin û pêk bînin. Em ji îro pê ve agirbestê îlan dikin.”
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan xwestibû ku PKK fesix bike û çekan deyne.
Komîteya Birêvebir a PKKyê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û tî de wiha got:
“Daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ya bi sernavê “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk”, rêya hemû hêzên azadî û demokrasiyê ronî dike û wekî Manî
Heyeteke berfireh a DEM Partiyê roja pêncşemê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re civiya.
Heyeta DEM Partiyê banga Rêberê PKKyê Ocalan eşkere kir.
Ocalan banga danîna çekan û xwe fesixkirinê li PKKyê kir.
Nivîskar, hiqûqnas û rojnameher Alî Duran Topuz li ser banga Ocalan li ser banga Ocalan bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.
Rojnameger Alî Duran Topuz diyar kir ku dê agirbesteke ne ragihandî pêk were û got:
Dewlet dê bi awayekî eşkere neke ku agirbest kiriye lê dê bi awayekî defakto dê li gorî agirbestê bimeşin.
Di gotinên Erdogan jî de ev tişt hene, Erdogan dibêje ji bo ev pêvajo bi ser keve çi ji destê me were em dê bikin.
PKK dê gavan biavêje rêxistina xwe kom bike kongreya xwe pêk bîne çekan deyne û pişt re jî xwe fesix bike.
Bersiva çekan bi bersiva çekan dibe, hûn bi çekan herin ser wan dê ew jî bi çekan bersivê bidin û her tişt xirar bibe.
Ez bawer im em belkî em bi fermî hin tiştên fermî nebihîzin lê belkî hin tişt bên guhertin.
Li Tirkieyeyê tirsek hebû ku PKK bi ya Ocalan neke.
Ti kes nikare li dijî Ocalan derkeve, Ocalan fermanekê bide dê were qûbûlkirin. Ocalan ne tenê Serokê PKKyê ye, Ocalan di dilê xelkê de ye.
Ew kesên li dijî wî jî derdikevin û wî rexne jî dikin rêz û hurmeta wî digirin.
Dema wêneyê Ocalan hat belavkirin 3 kesên din hebûn li cem wî. Ev ne bangeke surprîz bû dihata çaverêkirin. “
“Ocalan behsa hiqûqê kiriye”
Hiqûqnas Alî Duran Topuz behsa pêngavên hiqûqî jî kir û got:
“Ocalan behsa kîjan hiqûqê dike û PKK behsa hiqûqekê dike. Şert û mercên wan cuda ne hiqûqa ku ew behs dikin cuda ne.
Dema banga Ocalan hat xwendin wêneyek hat nîşandan di wî wêneyî de 3 kes hebûn.
Her kesî ew nas nedikirin tenê kesên PKKyê wan nas kir. Belkî rojnamger û kesên din zanîbûn bê ka ew kî ne.
Di nava wan de Veysî Aktaş hebû 30 sal zêdetir e li wê derê ye û saleke cezayê wî temam bûye lê wî bernadin.
Ahmet Turk li maseyê bû nameya Ocalan xwend 3 caran şaredarî qezenc kir lê qeyûm tayînkrin.
Selahattîn Demîrtaş Fîkan Yuksekdag hîn jî girtîne. Bi hezaran endamên DEM Partiyê HDPyê di girtîgehan de ne.
Ocalan dema behsa hiqûqê dike behsa van tiştan dike.
Di banga Ocalan de ti şert û merc nînin û ev pêvajo na şibe pêvajoyên berê.
Ocalan dibêje, em bi bineketine û 40 salan me şer kir lê dema çekê bi dawî bû. Ev banga Ocalan wekî banga kongreyê ye û xwest rêxistin kongreya xwe ava bike.” (Rûdaw)