Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed bangî berpirs û serkirdeyên Şîe kir ku Kerkûk bibe beşeke Herêma Kurdistanê.
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di Dîdara Duyemîn a Necef-Hewlêrê de axivî.
Dîdara Duyemîn a Necef-Hewlêrê li bajarê Necefê ya Îraqê bi piştgiriya Navenda Nebeyê, Navenda Rîwakê ya Bexdayê û Navenda Naram Sîn ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê ve tê lidarxistin.
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser zilm û zordariya ku ji dîrokê ve li Kurdan hatiye kirin.
Ako Mihemed da zanîn ku divê têgihiştina dadmendiya Îmam Hisên a ji bo bindestan li ser gelê Kurd jî were sepandin.
Her wiha Ako Mihemed bi bîr xist ku Şîe û Kurd di dîrokê de rastî zilm û zordariyên hevşêwe hatine û wiha got:
“Têkoşîna li dijî zilm û zordariyê bingeheke sereke ya Ehlî Beytê ye. Ji ber vê yekê divê Şîe di parastina mafên neteweya Kurd de pêşeng bin.”
Pirsgirêka Kerkûkê
Ako Mihemed di axaftina xwe de ku mijara Kerkûkê nirxand, diyar kir ku ev bajar di navenda pirsgirêka Kurdan a li Îraqê de ye.
Mihemed amaje bi wê yekê kir ku Erebkirina Kerkûkê di pêvajoya dîrokê de siyaseteke sîstematîk bû û ev siyaset di serdema Sedam Husên de berfirehtir bû û ev yek ji bo gelê Kurd bû sedema neheqiyeke mezin.
Her wiha Ako Mihemed diyar kir ku madeya 58 a destûra demkî ya Îraqê ya piştî 2003yan û madeya 140 a destûra mayînde ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê hatine destnîşankirin, nehatine bicihkirin û ev rewş zirarî dide têkiliyên Kurd û Şîeyan.
Têkiliyên Kurd û Şîeyan
Li aliyê din, Ako Mihemed bal kişand ser têkiliyên xurt ên rêberê efsanewî yê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî yên bi merciyên Şîe re û amaje bi girîngiya berdewamiya van têkiliyan kir.
Ako Mihemed tekez kir ku Seyîd Muhsîn El-Hekîm û Seyîd Mihemed Baqir El-Sedr fetwayên qedexekirina êrişên li ser gelê Kurd derxistibûn û ev nêzîkatiyên dîrokî yên li ser bingeha dadê dikarin ronahiyê bidin çareseriya pirsgirêkên îro.
Ako Mihemed anî ziman ku ew hêvîdar e civînên bi vî rengî yên ku elîtên Kurd û Şîe tê de dicivin, bibin sedem ji bo diyalogên vekirî û dilsoz.
Her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku gavên ji bo bidestxistina mafên Kerkûkê dê aştî û aramiya herêmê xurttir bike.
Rûdaw