Çendîn welatan rêjîma Îranê bi tawanbarê dijî mirovahiyê binav kirin

Nûnerên çendîn welatan li Şêwreya Mafên Mirovî ya Netewên Yekgirtî, bi piştgirêdan bi rapora Komîteya Serboxwe ya “Eşkerekirina Rastiyan”, tepeserkariyên rêjîma Îranê şermezar kirin û reftarên vê rêjîmê bi “tawan dijî mirovahoyê” binav kirin.

Li 63emîn civîna Şêwreya Mafên Mirovî li bajarê Jinêvê, dîplomatên Alman, Birîtaniya, Firanse, Îspaniya û Biljîkê li ser kuştina neraziyan, zarokan, îşkencekirin û bidarvekirinan li Îranê, huşdarî dan.

Nûnerê Alam ev rapor bi “bi sam” binav kir û daxwaza jêpirsîna bi lez kir û herwisa nigeraniya xwe li derheq zêdebûna tepeserkariyên derveyî sînor ên rêjîma Îranê bo ser rojnamevan û çalakvanan da xuya.

Nûnerê Biîtaniyayê jî pêla vê dawiyê ya tepeserkirinê bi bikujtirîn beş ji dîroka rêjîma Îranê binav kir û bikaranîna çekên kuştinê li hember xelkê û zarokan şermezar kir.

Nûnerên “Firanse û Biljîk”ê jî bîkaranîna bizanebûn û ne-hewcehiya hêza bikuj, îşkence, standina îtirafên bi zorê û bilindbûna rêjeya bidarvekirinan bi tawankariyên giran binav kirin.

Hevdem nûnerê Îspaniyayê daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku bi lezgînî dawî bi girtinên xoserane, bêserûşûnkirina bi zorê ya xelkê û birêvebirina sizaya bidarvekirinê bîne.

Ji aliyê din ve nûnerê Ukraynê tekez kiriye ku belgeyên vê raporê diselimînin, tawan dijî mirovahiyê hatine kirin.

Nûnerên “Swîs, Ustraliya, Danmark û Yekîtiya Ewropa”yê daxwaza ragirtina tepeserkirin û dadgehîkirina tohmetlêdayiyan kir.

Komîteya Serbixwe ya “Eşkerekirina Rastiyan” tekez kiriye ku li komkirin û parastina belgeyên tawankariyên rêjîmê dê berdewam be da ku li paşerojê de li dema dadgehîkirina navnetewî ya berpirsên rêjîmê de bêne bikaranîn. (KM)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *