Li Yemenê şer gur dibe: Balafirên şer ên Erebistana Siûdî li Hûsiyan dixin

Hûsiyên li Yemenêragihand ku Erebistana Siûdî di nava 24demjimêrên dawî de 26 êrişî bajarê Taizêkiriye û di hefteyekê de jî hejmara êrişên liser herêmên cuda yên Yemenê gihîştiye300î.

Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî li ser êrişênasmanî yên Erebistana Siûdî daxuyaniyek da.

Yehya Serî li ser hesabê xwe yê Xê da zanînku Erebistana Siûdî di nava 24 saetên dawîde bi balafirên şer ên F-15an 26 caran êrişîbajarê Taizê yê li rojavayê Yemenê kiriye.

Serî her wiha anî zimên ku balafirên şer ênSiûdiyê yên cureyê F-15 û Typhoonê jibinkeyên asmanî yên Xamîs Muşeyt û Taîfêrabûne û di nava hefteyekê de 300 caranherêmên cuda yên Yemenê bombebarankirine.

Serî da zanîn ku di van êrişan de parêzgehênTaiz, Hecce, Marîb, Cewf, Beyda, Emran,Lahîc, Hudeyde û Sadeyê bûne armanc.

Li Yemenê guherîna nexşeya kontrolê

Hat ragihandin ku ji meha Tîrmehê ve şerê liYemenê ji nû ve gur bûye û ev yek dinexşeya kontrolê ya li ser erdê de bûyesedema guherînên girîng.

Hûsiyan piştî kontrolkirina tevahiyaparêzgeha Hudeydeyê, ber bi rojavayê Taizêve bi pêş ketin.

Hûsiyan her wiha bajarê Muxayê yê liperavên Deryaya Sor û hinek rêyên ku diçinTengava Babulmendebê bi dest xistin.

Li gorî agahiyan, Hûsiyan piştî Muxayê, liderdora Tengava BabulmendebêKomgiravên Henîşê, Girava Meyûnê û deveraZubabê jî xistine bin kontrola xwe.

Tê diyarkirin ku ev bipêşveçûn rasterastbandorê li rewşa şerê li Yemenê ûkontrolkirina herêmê dikin.  (RN)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *