Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê Geylan Hecî Şeyşîd eşkere kir ku qebareya veguhestina bazirganiyê ya salane di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de nêzîkî 17 milyar dolar e.
Seyîd diyar kir, “Bazirganiya salane ya di navbera Tirkiye û Iraqê de nêzîkî 17 milyar dolar e, ku piraniya wê bi rêya Deriyê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl li Herêma Kurdistanê derbas dibe.”
Geylan Hacî Seyîd bal kişand ser yasaya veberhênanê ya li Herêma Kurdistanê ku hêsankariyeke bi tevahî dike bo veberhênerên biyanî û got, “Gelek şîrket û veberhênerên biyanî li Herêma Kurdistanê hene û Tirkiye di hemû sektoran de xwedî par e.”
Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê hêvî kir ku asta danûstandinên bazirganî û veberhênanê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de zêde bibe û bang li şîrket û veberhênerên Tirk kir ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. (PK)


