Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê stentên ku li nexweşxaneyekê tên bikaranîn bûne sedema mirîna nexweşan.
Li gorî nûçeya CEGA Medyayê, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê ya Amedê ku li herêmê ji bi deh hezaran nexweşan re xizmetên tenduristiyê pêşkêş dike, li beşa kardiyolojiyê stentên markayekê ku di salên dawî de di dema emeliyatê de li nexweşan dixin, damar qelişandine û bûne sedema mirîna nexweşan.
Di nivîsandina bijîşkan a di navbera hev de, ku bûyer tê de hat eşkerekirin, birêvebiriya nexweşxaneyê hat sûcdarkirin.
Nivîsînên ku bijîşkan di nav xwe de kirine wiha ne:
“Stent filitiye, li LMCAyê filitiye û daketiye diyagonalê. NexweÅŸ mir. 52 salî mêr.”
“Ev çi ye heval? Çima em neçar in stenteke wisa xerab hîn jî bi kar bînin?”
“Roja înê hem di vakaya min de filitî, hem jî di vakaya Kek … de filitî.”
Li gorî nûçeya CEGA Medyayê, ji ber filitîna stentan di çend mehên dawî de hin mirin çêbûne.
Dema ku ji birêveberiya nexweşxaneyê tu daxuyanî derbarê bikaranîna markaya stentê de nehat dayîn, hat ragihandin ku piştî bertekên bijîşkan êdî stentên vê markayê nayên bikaranîn. (Rûdaw)