Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî di daxuyaniyeke rojnamevanî de eşkere kir, “Sîstema parlemanî li Iraqê ji dema paşatiyê ve serkeftî nebûye. Ji bo şopandina sîstema serokatiyê, em dikarin bi dana konfederaliyê piştrastiyê bi Kurdan bidin.”
Kazimî amaje jî da, “Gelek ji serkirdeyên Iraqê bi sîstema serokatiyê re eleqedar in, dibe ku ew bi eşkereyî li ser vê yekê neaxivin, lê tenê Kurd ji vê sîstema serokatiyê zirarê dibînin. Bila em Kurdan piştrast bikin û sîstema serokatiyê bişopînin, em dê azadiyeke zêdetir bidin Kurdan jî; lê em dixwazin ew di du pirsan de bi me re hevpar bin; siyaseta derve û parastina welatî.”
Navbirî dipirse, “Çima zêdetir azadî bi Kurdan neyê dan, di demekê de ku têkiliyên di navbera Hewler û Bexdayê de her tim aloz bûne? Çima em têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re ji federaliyê ber bi konfederaliyê veneguhêzin, an jî em federaliyeke berfirehtir nedin wan? Werin em Kurdan piştrast bikin ku mafên wan parastî ne, ne wekî yak u niha hene, mîna mijara mûçeyan.” (K24)