Bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê dê were lidarxistin.
Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku 3yemîn Festîvala Navneteweyî a Fîlman a Amedê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Kar û Barên Çandî û Civakî – Yekîneya Sînemayê tê organîzekirin, piÅŸtî 8 salan dê dîsa bê lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Medê festîval dê di 9 -16yê Çiriya Paşîn a îsal were lidarxistin.
Her wiha lansmana festîvalê li Qesra Cemîlpaşa Sûrê hat sazkirin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevserokên şaredariyên navçeyan, serokên daîreyan, hunermend, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û evîndarên sînemayê jî tevlî lansmanê bûn.
‘Yên ku li atolyeyan geriyane êdî bûne sînemager’
Di axaftina vekirinê ya festîvalê de behsa dîroka Festîvala Fîlman a Amedê hat kirin û wiha hat gotin:
“Di destpêka salên 2000î de hevalên me yên ku bi kamerayên xwe li atolyeyan digeriyan hebûn. Ew mezin bûn, bûne sînemager, li qada neteweyî û navneteweyî xelat bi dest xistin. ÃŽro di nav organîzekarên vê festîvalê de ew hevalên me jî hene.”
Piştî axaftina vekirinê, sînevîzyoneke ku li ser pêvajoya dîrokî ya festîvalê hatibû amadekirin, hat nîşandan.
“Amed bajarê huner û çandê ye”
Serra Bucak jî di lansmanê de axivî û  diyar kir ku ew ji bo bîr bînin ku Amed bajarê huner û çandê ye hatine ba hevdû.
Hevseroka Şaredariyê Bajarê Mezin a Amedê behsa amadehiyên festîvalê kir û got:
“Festîvala me ya Navneteweyî ya Fîlman ku em dê di navbera 9-16ê Çiriya Paşîn de lidar bixin, em dixwazin hem îro ragihînin hem jî vê xebatê bikin hevpar.
Em bi organîzasyona xwe ji atolyeyan bigire heta semîneran, ji bijarteyên fîlman bigire heta hemû çalakiyên hunerî, ne tenê li navenda Amedê lê li hemû navçeyên Amedê; em dixwazin festîvaleke wisa çêbikin ku hemû civaka sivîl, komeleyên me yên ku hunerê berhem tînin, dînamîkên bajêr tê de cih bigirin û piÅŸtgiriya xwe nîşan bidin.”
Hatun: Em dê li ziman û çanda xwe derkevin
Dogan Hatun jî spasiya Yekîneya Sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir û bal kişand ser wê yekê ku li Amedê nêzî 10 salan e çand û hunera Kurdî ber bi tunebûne ve çûye.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wiha domand:
“Heta ku dilopek xwîn di laşê me de bigere, em dê xwedî li zimanê xwe, çanda xwe, sînemaya xwe derkevin.
Hevalên me yên beriya 10 salan pêşengiya vî karî kirine û gihandine îro, em spasiya wan dikin.
Ez spasiyên xwe yên bêdawî pêşkêşî wan dikim ku di wan xebatan de kedek dane.
Em hêvî dikin ku em dê deng û rengê xwe li tevahiya cîhanê belav bikin.”
Lisa Çalan: Em spasiya şaredariya xwe ya ku hêzê dide me dikin
Li ser navê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn jî derhêner Lisa Çalan axivî.
Çalanê jî behsa amadehiyên festvalê kir û got, “Festîvala me ya ku berê du caran bi coÅŸeke mezin hatibû lidarxistin, ji ber rejîma qeyûman nikaribû rêya xwe berdewam bike lê niha em bi hêviyeke mezin berdewam dikin li ser rêya festîvalê.
Em ji dil spasiya ÅŸaredariya xwe û we hemûyan dikin ku di vê rêyê de we hêz daye me.”
Piştî axaftinan lansman bi konsera hunermend û kompozîtorê Kurd ê navdar Dilşad Seîd bi dawî bû. (Rûdaw)