Pakêta Çaksaziya Cezayan a AK Partiyê pêşkêş kiribû hat pesendkirin

Pakêta ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) derbarê çaksaziyê di yasaya girtî û înfazê de pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kiribû, ji aliyê Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê ve hat pesendkirin. Tê payîn ku pakêt di çend rojên bê de li Civata Giştî ya Parlamentoyê were gotûbêjkirin.

Hefteya borî, Fraksiyona AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê, dehemîn pakêta çaksaziyê di yasaya înfaz û cezayan de pêşkêş kiribû. Li gorî naveroka pakêtê, tê çaverêkirin ku nêzîkî 20 hezar girtî ji vê pakêtê sûdmend bibin. Ji van, derdora 2 hezar girtiyên nexweş in ku tê payîn bên azadkirin.

Serokê Fraksiyona AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê Abdullah Guler derbarê pakêtê de ragihand: “Pakêt sererastkirina yasaya cezayan û heÅŸt yasayên din li xwe digire û ji 30 madeyan pêk tê. Armanca me ji sererastkirinê, pêkanîna dadperweriyê ye di cîbicîkirina yasaya cezayan de û herwiha rêgirtina li tawanan û pêkanîna asayîşa civakî ye.”

Guler herwiha da zanîn: “Di sererastkirinê de dê 19 hezar û 800 girtî sûd werbigirin, ku cara duyemîn tawan kirine û piÅŸtî derbaskirina sê ji çarê cezayê xwe li girtîgehê, bi merc dê bên azadkirin. Jin û zarok dê ji sererastkirinê sûd werbigirin. Herwiha, tê pêşbînîkirin ku 1500 heta 2 hezar girtiyên nexweÅŸ ji sererastkirinê sûd werbigirin.”

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, zêdetirî 403 hezar kesên cezakirî li girtîgehên Tirkiyeyê hene.

DEM Partî rexne dike

Ji aliyê din ve, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) rexne li pakêtê girtibû û ragihandibû ku di pakêtê de behsa girtiyên siyasî nehatiye kirin û diviyabû beşek ji daxwaziyên DEM Partiyê yên ji bo proseya aştiyê jî li xwe bigirta.

Cîgirê Serokê Fraksiyona DEM Partiyê Sezaî Temellî jî ragihand, di pakêtê de kêmasiyên gelek cidî hene û hêviyên wan cih negirtine. Temellî got: “Mijara herî girîng ew e ku pakêt sererastkirina yasaya girtiyên siyasî li xwe bigire, lê di pakêtê de ev yek nîne. Ji ber vê yekê em ê kar bikin û hewl bidin kêmasiyên pakêtê ji holê rakin.”

Serokê Fraksiyona AK Partiyê, Abdullah Guler, berê ragihandibû ku eger pêwîst bike, dê çaksaziyên zêdetir jî bikin. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *