Nivîskara Kurd KaroÅŸ Taha, ku ji Zaxoya Başûrê Kurdistanê ye û niha li Almanyayê dijî, ji bo wergirtina yek ji xelatên wêjeyî yên herî bi prestîj ên Almanyayê, Xelata Alfred Doblin, bû yek ji ÅŸeÅŸ namzedên dawî.Â
Ev xelat ji bo roman û çîrokên ku hîn destnivîs in û nehatine weşandin tê dayîn, û Karoş Taha di nav 600 romanûs û çîroknivîsên Alman de wek namzed hatibû hilbijartin.
Karoş Taha di nîva salên 1990î de wek penaber ji Başûrê Kurdistanê çûye Almanyayê. Ew yek ji wan nivîskarên Kurd e ku di salên dawî de bi roman û çîrokên xwe yên bi zimanê Almanî karibûye çendîn xelatên wêjeyî li Almanyayê bidest bixe.
Xelata Edebî ya Alfred Doblin yek ji xelatên herî girîng ên wêjeyî yên Almanyayê ye û her du salan carekê ji aliyê Akademiya Huneran a Berlînê û Weqfa Literarisches Colloquium Berlin (LCB) ve ji bo berhemên ku hêj nehatine çapkirin tê dayîn.
Derbarê namzediya xwe de, KaroÅŸ Taha ji K24ê re axivî û got: “Ji nav 600 nivîskarên Alman ku projeyên xwe pêşkêş kiribûn, ji bo vê xelatê tenê ÅŸeÅŸ kes ji bo vê qonaxê hatin vexwendin, navê min jî di nav wan de derket.”
Nivîskara Kurd di berhemên xwe yên bi zimanê Almanî de bi kûrahî behsa jenosayd û trajediyên gelê Kurd dike. Ew dibêje: “Ez li ser Kurdan, dîroka Iraqê, serdema Seddam Husên û tiÅŸtên ku wî bi serê Kurdan de anîn, û li ser jenosîdê dinivîsim. Ev hemû mijarên girîng in ji bo min û ji bo wêjeya Kurdî ya li Almanyayê. Gelek girîng e ku ev tiÅŸt derkevin holê û bên behskirin.”
Nivîs û şêwaza Karoş Taha, bi taybetî awayê wê yê vegotina tundûtîjiya ku Kurdan di jiyana rast de jiyaye, ji aliyê rexnegirên wêjeyî yên Alman ve rastî pesindanê hatiye û wekî xalek balkêş di berhemên wê de tê dîtin. (K24)