Beş: IX
QALA QENCÎYA QUMAŞ Û SERWETA BİLİND A RİNDÎYA DİLBİRAN Bİ GİŞTÎ NÎŞANDANA CEWHER Û BUHAYÊ RİNDÎYA SİTÎ Û ZÎNÊ Bİ TAYBETÎ
Çi qas hene li dinê mîr û hukumdarên navgiran
heta bigîje lala Gustîla Silêman
Xezîneyên Împaratorê Romê, sera-ser
heta ku bigîje Ayîneya Eskender (Eskenderê Romî)
Hemî mirarîyên defîneyên Xaqan
heta bigîje lala Gustîla Silêman
Ew çi qas zêde rûmetbilind û têrbuha bin
hemî pêkve bi qasê beşek jî ji rindîyê nabin
*
Rindîya li rûyê Sitî û Zînê
bû deryayek ji agirê evînê
Ew derya dema li hev diket û pêl dida, guzim (pît, xurt)
roja ku bi wan pêlan geh bilind dibû, geh nizim
dişewitandin sed ceger, sed dil û gîyan
Xelkê çîrok û meselok digotin li ser wan
Ew her du, Roj û Hîv bûn bûbûn bera-ber
Loma mişterîyê wan ev cîhan bû sera-ser
Nêçîrvanên rindîya wan her du xezalan
Bangkarên dengana wan her du delalan
Hinek wek bangkaran bûn, hinek jî bûbûn şêr
ji hewar û qîrîn û nalînan, qet nedibûn têr
Bi rojan û bi şevan gelek dinalîyan
Tewr digel wan firîşte jî dikalîyan
*
Rindîya ku tunebe jê ra çu sînor û çu dûwayî
jixwe li evîndarên wê rindîyê qet nayê dûwayî
Lê belê, evîndar û heweskar ji hev cuda ne
Hinek fêdexwaz in, hinek jî bi xwe fîda ne
Yarxwaz in hinek, jibo xatirê can
Hinek jî jibo yarê fîda dikin can
Hinek evîndar, wek Tacdîn gîhana yaran dibijêrin
Hinek jî wek Memê û Zînê, kul û derdan dibijêrin (1)
Çavkanî:
1.Mem û Zîn, W. Deng 1995 Swed, r. 225-227, kurdîya xwerû: M. Emîn Bozarslan
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)