Nuri Aldur
Navê pirtȗkê: Hur vi levde – den gudomliga komedin om Sverige.
Förlag: Mondial, Stockholm 2022.
Pirtȗk 326 rȗpele.
Vê pirtûkê, hema bêje ku hemî tiştên di nabeyna erd û azmande hene, bi xetên zêrîn naveroka xwe rengîn û dewlemend kirîye. Pirtûk bi awakî rêk û pêk; metodîk, teknîkeke modern hatîye amadekirin û afirandin. Ev pirtûkên wilo xwendevanan bi gelek alîyan ve agadar, pêşkevtîtir û heta ez karim bibêjim ku ewan zekîtir jî dikin. Ji xwe pêşkevtin û zanyarî hejmara kesên nûjen/modern zêdetir dike; ku ewan metodên jîyanê yên cûda cûda derdixine holê anjî kîjan û kûjan metod yan herî baştire ditênê ber çavan û eve jî bi xêra têgihiştinêye.
Min di destpêka nivîsa xwe de qala xetên zêrîn kiribû û evan xetan, hizrên kûr û dûr di serên kesande çêdikin û wek mînak ez karim weha bibêjim ku eger tiştên herî xerab hatibine serên kesan(serpêhatin), hingî tiştekîdin ku ewan kesan jê bitirsin nemaye. Mînakekedin jî eve ye, ku eger kesek planek bo xwe çêkiribê, lê ew plan têk çû û ew plankirin tar û mar bû, hingî jî ewan kes û kesan xwedî tecrûbeyên nû û zanyarîyan dibin. Bi gotinekedin em karin weha bibêjin ku zahmetî û krîz pêşkevtinan jî bi xwere tênê. Dema ku li derekê şer çêdibet, ewe bandorekê li der û dorên xwe dike. Çawa? Der û dor dikevine tirs û xeman de, sîlah peydekirinê dihizirin/dikin, hawa şer û dijminatîyê têt agenda rojane. Evan gotin û dîtinan hemî rastin û di cîhên xwe de ne. Merov karêt van dîtin û bawerîyan di jîyana xwe yî rojanede(çi ferdî be û çi jî gelerîbe) bikarbîne.
Ezê li vir hinek ji wan xetên zêrîn bo we xwendevanan darîçav bikim: ” kesên baş û rind demokrasîyan avadikin, lê bi daxawe ewan kesan jî roj bi roj kêm dibin…..
Tenê ji sedî 8,4 ji gelên cîhanê di demokrasîyên rastî de didijîn”.(1)
”Tu bi pera nikarê jîyanê bikirê….
Li ber mirinê ti sûda/fêda zengînîyê namênê.. Zarokên xwe ne bo zengînîyê perwerde bikin, wan bo dilxweşîyê perwerde bikin; da ewan fêrî qîmetên tiştan bibin û ne yên fîyetan”.(2)
”Eger her kesek pêwîstîyên xwe li ser her tiştîre bigrê, hingî peywendîyên jîyana civakî namînin, dimirin”.(3)
”Hitler, Stalin, Mussolini, Saddam, Milosevic; yek ji van kesan ne xwedî bavekî ku hiskirina xwe/evînîya xwe hebû. Heman tişt bo dîktator û serokên çetan jî wehaye”(4)
”Berî bi sed salî her kesekî hespên xwe hebûn, lê tenê yên zengîn xwedî otomobil bûn. Îroj her kesekî otomobilên xwe hene, lê tenê yên zengîn xwedî hespin”.(5)
”Kesên normal/gelerî, dîn/ol rasteqîn dibînin, kesên bi aqil û zîrek dîn sexte dibînin û yên xwedî hikm/îqtîdar jî dîn bikartênin”.(6)
”Li civakeke vekirî jî ne garantîya ku demokrasî herdem hebê û Swêd jî di navde.(7)
ÇAVKANÎ
1: rûpel 87.
2: rûpel 58.
3: rûpel 153.
4. rûpel 209.
5. rûpel 193.
6. rûpel 233
7. Rûpel 184
2025.05.25