Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê: Herêma Kurdistanê hevpeymaneke binirx e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Amerîkayê de, li paytext Waşingtonê, ligel Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê Doug Burgum civiya.

Di civînê de, li ser pêşxistina pêwendiyên stratejîk ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, û herwiha guherîn û pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê rawestiyan û guftûgo kirin.

Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, Herêma Kurdistan hevpeymaneke binirx a Amerîkayê ye. Herwiha kêfxweÅŸiya xwe nîşan da bi bihêzbûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel kompaniyên Amerîkî û got, “Ev yek beÅŸek ji siyaseta hikûmeta Amerîkayê ye ku enerjî ji bo aÅŸtî û xweÅŸguzeraniya gelan bê bikaranîn.”

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya Amerîkayê dûpat kir û tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistan, weke her carê, dê bibe faktoreke aştî û aramiya li Iraq û navçeyê. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *