MIJAR: HEVKARÎ, TIFAQ Û YEKITÎ

Cano AMEDÎ

Ji mêj ve ye mijara yekîtî, tifaq, hevkarî, xebatên hevbeş, têkoşîneke milî û avakirina enîyeke sîyasî bingeha gengeşî û rexneyan e. Ev mijar li hemû beşên Kurdistanê problemek bingehîn û sereke ye. Di heman deman de vê mijara hanê her rojeva sîyasî dagir kirîye.

Pirî caran şert û mercên pêvajoyê, daxwazên raya giştî û pêwîstîyên têkoşînê, wêneyên cuda radixe ber çavan. Bersîv û daxwazên sîyasî yên rastaqîn di bin bandora hêz û berjewendîyên teng de asê dimîne; mijar û pêwîstîyên têkoşînê di nav tevlîhevîyek bê pîvan de hunda dibe.

Heqî û neheqî tevlihev dibe; rexne û sitemkarî ji armancên xwe dûr dikevin. Dijberîyek bê aso, di kûrahîya salên derbasbûyî de li ser bingeha tolhildanê deng vedide. Ev dêrûnîya hanê neqebên asê derdixe holê û rê li ber dîyalogên çêker digire!

Di demsalên “normalîzasyonê” de, di dema “pêşketin” an “biharên sîyasî” de, şirîk û xwedîyên serkeftinan gelek in; lê di dema têkçûn û zivistanên sîyasî de “pêvajoyên birîndar” bêxwedî û sêwî ne! Di wan demsalan de paleyên gilî û gazinan zede dibin, Bi rexneyên nedicîh de agir bera daristanê didin, ter û hişkan bi hevra dişewitînin!

Gava em rastîya xwe û welatê xwe baş analiz nekin, nexweşî û pirsgirekên xwe bi nav nekin, em li teşhis û tedawîyan negerin, wê rewşa me her ku biçe xirabtir bibe.

Ji ber wê yekê pêwîstîya me, bi hewldanên rasteqîn, bi hûqûq û armancên hevbeş heye. Ji bo peyderkirina rêgehên çareserîyê, ji bo bersîvên berhemdar û rasteqîn divê em goh bidin rexneyên çêkier, ji wan sûd bigirin! Di rêgeha çareserîyê de pêwîstîya me bi pirs û bersîvên muşterek heye.

Gelo ji bo çi, di nav tevgerên kurdî de yekîtî, hevkarî çênabe? Çima û ji ber kîjan sedeman e ku em nikarin xwe ji gerînoka 50 salên dawîyê xilas bikin? Ji bo çi, em nikarin xwe ji demsalên kêmasî û şaşîyan azad bikin? Gelo ew kîjan hêz û faktorin ku sîyaseta Kurdistanî dîl girtîye? Ew çi sedem û
demsal in ku bandora “qeyûman” ji ser sîyaseta Kurdî ranabe? Çima alternatîfên çareserîyê peyda nabin? Çima dêrûnî û sosyolojîya îdeolojîk piştî ewqas ders, tecrube û pêvajoyên girîng, hê jî li taxên sîyasî desthilatdar e? Çima em nikarin xwe ji bin bandora sîyaseta barkirî, ji bin bandor û
desthilatdarîya “komser” û “abê”yan azad bikin?

Gelo berjewendîyên grûbî yan şexsî ne, yan jî karekterê murîdîyê ye dibe asteng? Ew çi egoye ku her tim rê li ber birq û brûskan xweş dike? Çima îdeolojîyên tundrew û hesabên biçûk li taxên sîyasî xwedî bandor in? Divê herkes neynikê deyne ber xwe û ji xwe bipirse, li ser bersîvên xwe biponije. Ev bixwe helwestek mirovahî, ûjdanî û hûqûqî ye.

Em hemû baş zanin ku ev pirsên hanê pir girîngin û bersiv jî ne hêsan in. Dabeşkirin û sîstema agirkerîyê rê li ber me asê kirîye. Lêgerîn û rêya çareserîyê her tim di quncikên tarî û di nav gotegotên vala de hatîye fetisandin. Sedemên ku di nav tevgerên kurdan de hewldanên bi hevra kar kirinê, karên hevbeş, yekîtî û xebatên hevkarîyê çima bi ser neketîye gelek in û xwedî bingehek dîrokî, siyasî û civakî ne. Divê em careke din bi hûrgulî bal bikşînin ser vê mijarê.

Em hemû baş dizanin ku dîroka parçebûn welatê me û hewldanên çareserîyê bi hevre girêdaye. Kurdistan di nav çar dewletan de hatiye parçekirin. Ev parçebûn li her parçeyekî bûye sedema cudabûna di armanc, stratejî û bernameyên tevgerên kurdî de. Her parçeyek di bin bandora rejîmek
dagirker de dîl maye û ev realite jî bandorek negatif li ser organîzebûn û têkoşîna netewî kiriye û bûye gêrînoka pirsgirêkan!

Dîsa em dizanin ku tevgerên kurd xwedî îdeolojiyên cuda ne. Hin ji wan demokrat û neteweperwer in, hinek jê xwedî nêrînên sosyalîst in, hin jê jî xwedî ajandeyên îslamî ne. Ev cudahîyên îdeolojîk carinan dibe sedema nakokî û nepejirandina xebatên hevbeş. Berjewedîyên grûbî an partîperestî dibe sedama pêşbazî û nakokîyên îdeolojîk.

Hinek alî jî sîyaseta xwe li gorî çarçovaya berjewendîyên rêxistînî û sînorkirina dewleta ku lê dijîn tayin dikin. Sîyaseta xwe li ser bingeha demokratîkbûn û demokrasîya dagirkerîyê dizayn dikin. sîyaseta milî berjewendîyên netewî, tune hesab dikin. Ev jî tesîrek giran li ser têkoşîna netewî dike.

Sed sal zêdetire dewletên dagirker û nizama li dijî milletê Kurd bi siyaseta klasik ya “parçe bike û bi rêve bibe” paradigmayek amade kirine û li ser tevgerên kurd dimeşînin. Ew dikarin piştgiriyê bidin aliyekî kurd li dijî aliyekî din, ku ev yek dibe sedema kûrkirina nakokiyan di navbera wan de. Ji ber ku hişmendîya milî ne desthilatdare û nakokîyên di navbera partîyan rê li ber têkoşînek hevbeş digire û rê li ber pirsgirêkên nû vedike. Ev nakokîyên bêbingeh dibe sedema parçebûnê û kêmbûna hewldan û xebatên hevkariyê. Pirî caran têgihiştinên cuda dikare rê li ber yekrêzî û xebatên hevbeş bigire.

Lê belê, em dizanin ji ber gelek sedeman ev hewldanên hanê bi ser neketine, demkî mane û berdewamîyek berhemdar li pey xwe nehiştine. Ev jî dide xuya kirin ku di warê hevkarî, tifaq, yekrêzî û xebatên hevbeş de em ne xwedî têgihiştinek milî û hişmendîya armancên hevbeş in. Perçebûn û dabeşkirina welatê me bandora xwe bi şêweyek negatif li ser tevgerên Kurdî kirîye.

Ligel van hemû sedeman jî, di dîroka me ya nêzîk de gelek hewlên tifaq û yekbûnê çêbûne û di hin serdeman de xebatên hevkarî û hewldanên girîng pêk hatîye. Li gel hemî hewldanên xernexwazên dijberên milletê kurd, dîsa jî doza azadîya Kurdistanê bi hemû amûrên têkoşînê domandîye û didome. Dîsa ji bo yekrêzî û hevkarîya nav mala Kurdî gavên girîng hatine avêtin û nimûneyên pozîtîf jî hene ev jî cîhê kêfxweşîyê ye. Her diçe ev hişmendî zêdetir dibe û hêvîyan xurtir dike. (Agirî 494)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *