Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu: Pêvajoya aştiyê gaveke dîrokî ye -Video

Nêçîrvan Barzanî û Ahmet Davutoglu pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê wekî “gav û derfeteke dîrokî” bi nav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu û şandeya pê re li Hewlêrê civiyan.

“Gav û derfeteke dîrokî ye”

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê da zanîn:

“Her du aliyan pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê wekî gav û derfeteke dîrokî hesiband ku divê ji dest neyê berdan û divê hemû alî ji bo serkeftina pêvajoyê û pêkanîna aştiyê hevkar bin.”

Serokatiyê diyar kir ku Barzanî û Davutoglu bal kişandiye ser rola alîkar a Herêma Kurdistanê ya ji bo serkeftina pêvajoyê.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî “helwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgiriya temam ji pêvajoyê û serkeftina wê ducare kiriye û amadehiya xwe ya ji bo her hevkariya pêwîst a ji bo serkeftina aştiyê” aniye zimên.

Nêçîrvan Barzanî û Ahmet Davutoglu / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî û Ahmet Davutoglu / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha behsa girîngiya aştiyê û encamên erênî yên wê ji bo Tirkiye û hemû herêmê kiriye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje destnîşan kir ku Davutoglu pesnê pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re daye û bipêşxistina pêwendiyan û firehkirina hevkariya hevbeş a navbera wan girîng dîtiye.

Pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, serdana Davutoglu ya ji bo herêmên cuda yên Îraq û Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê ya bi giştî jî di civînê de hatine nirxandin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *