Şarezayekî siyaseta derve yê Amerîkayê amajeyê dide, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeteke bihêz e.” Herwesa dibêje, “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê di demeke girîng de ye.”
Şarezayekî siyaseta derve yê Amerîkayê Justin Thomas duhî (Yekşem, 18ê Gulana 2025ê) di gereke nûçeyan a Kurdistan24ê de got: “Di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de gelek armancên hevpar hene, û têkiliyên wan jî heta radeyekî yekgirtî ne.”
Justin Thomas herwesa ragehand, “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Amerîkayê di demeke pir girîng de ye, û berê me li wê yekê ye ka em çawa bikarin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Waşintonê de li ser hinardekirina petrola Kurdistanê danûstandinan bikin.”
Wî şarezayê siyaseta derve yê Amerîkayê herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeteke bihêz e.” Tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê li deverê faktoreke tenahiyê ye û Amerîka rêzê li rola wê digire.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani pêr (Şemî, 17ê Gulana 2025ê) bi serdaneke fermî û li ser vexwendina Hikûmeta Amerîkayê wekî serokê şandeke bilind gihîşt Waşintonê.
Biryar e ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê serdana xwe de hejmareke hevdîtin û civînan bi berpirsên bilind ên Hikûmeta Amerîkayê û Kongresê re bike. Ew dê herwesa bi weberhêner û karsazên Amerîkayî re jî li ser pêşxistina têkiliyên aborî û bazirganî gengeşeyan bike. (K24)