Barîqad-4

Nezîr AKAT

Hêzên bi navê Turk, tirkîtî dikirin, di avakirina dewleteke bê milet de sê barîqadên serke kiribûn hedefa nîşana tivingên xwe. Ez dê bixwazim her sê barîqadan binav bikim. Lê ez dizanim ku tevgera neteweyî ya Kurdistanî ji van barîqadan agahdar e. Lê bibîranîna van barîqadan îro, dîsan wek pêdivîyeke sîyaseta Kurdistanê, xwe radestî rojevê kirîye. Ev sedema nexuyayî dikare çend dîyardeyên naskirî lê mixabin jibîrkirî, bîne bîra me.

Dewleta Tirk dîyarîya şerê yekem e. Hevkarîya biryardêr ya avakirina dewleta Tirk, bi Bolşewîkên Rusi re ye. Di vê pêvajoyê de jî du barîqadên berbiçav di rojeva hêzên avakerên dewletê de cî girtibûn. Alîkarîya Bolşewîkan barîqada hêzên dereke bû. Barîqada duwem jî bi barîqada Bolşewîkan re bidestxistina alîkarîya hêzên hevpeyman bû. Avakerên dewleta Tirk di her dû mijaran de jî biserketin.” Şerê Azadîya Neteweyî”, ku sed sal e di devên nîjadperestên Tirk de bûye benîştê cimoqî, hevokek û têgeheke çêkirî ya M.Kemal û hevalên wî bixwe ye. Bi navekî din ev hevoka çêkirî dereweke mezin ya Komara Dewleta Tirk e.

Mijara avakirina dewleta Tirk, di rojeva tevgera kurdistanî de, cîyekî berfireh girtîye. Pêwîst nake ku em wek derwêşa têkevin dû vê derewa Komara Tirk.  Lê di avakirina dewleta Tirk de, çend momentên berbiçav henin ku pêwîst e tekrar bibe. Lewra ev dîyardeyên navborî, serçavka ser ruçikên Komara Tirk radike û rstîya tal radixe ber çavan. Li jor bi hevokekê min nivîsîye. Bolşewîk, bi awayekî din Şoreşa Oktobrê ya Rûsyayê, sedemên bingehîn yên avakirina dewleta Tirk amade kirîye. Dewletên hevpeyman jî ji bo Sowyetê bi hudûd bikin, derfetên mezin radestî avakerên dewleta Tirk kirine. Mixabin di vê navberê de Kurd, Ermenî û Rûm bûne qurbanîyên nakokîyên hêzên navneteweyî. Li vir dikarim bêjim sedemên ku em biser neketin, ne tenê nakokîyên navneteweyî bû. Cîyê gotinê ye ku divê bê zimên, Kurd bi hestên neteweyî yên jar û bêorganîzeya hêzên Kurdistanê têkçûna me ya sereke ye. Ev li xwe mukurhatineke girîng e.

Hêzên Tirk, ji nakokîyên herdû alêyan sûd wergirtin û bi alîkarîya her dû alîyan jî dewleta Tirk, li ser xaka miletên cuda û ta radeyekê bi alîkarîya wan ava kirin.  “Şerê Azadîya neteweyî”, di rastîya xwe de şerê dijî Rûm, Ermen û Kurdan bixwe ye. Lewra barîqadên li pêşîya avakirina Dewleta Tirk, ev her sê dîyardeyên mezin bûn. Bêyî ji holê rakirina van barîqadan avakirina dewleta Tirk ne pêkan bû. Tunekirina Ermen û Rûman derfeteke mezin bû ji bo tunekirina Kurdan. Aha li vir pir bi dilxweşî dikarim îlan bikim ku Dagîrker biserneketin. Nikarîbûn Kurdan tune bikin. Ev sed salin dewleta dagîrker hemî hêzên xwe xistîye xizmeta vê stratejîya Tunekirinê. Hetanî demekê aktif bi alîkarîya Emperyalîzm û Sosyalîzmê vî karî birêve bir. Îro jî bi awayekî din. Bi Kurtî Bolşewîk nebûna, dewleta Tirk ya Îro nedibû. Barîqada li jêr nivîsandîye, yek ji berdewama tunekirina barîqada miletê Kurd bixwe ye. Afirandina miletekî ji cudahîyan ne pêkan bû û îrojî jana vê zahmetîyê berdewam e. Lê bi awayên cihêwaz.

Îro, nerîn û helwestên siberoja Kurdan tarî û şolî dikin; wek “biratîya sedsalan û dewleta hevbeş” bi gotinên xemilandi, bi gotinên şayik bi armanca jibîrkirina komkujîyên Rûm, Kurd, Ermenî û pêkhateyên din rojeva civata me dagîr dikin. Ev helwest îro bi hevkarîya eşkere ya bi dewleta dagîrker re, li pêşîya felata miletê Kurd bûye Barîqada sereke. Ji nu va binavkirina “merhameta Tirk û eşqîyatîya Kurdan” û keşifkirina Mustefa Kemal û kiryarên wî yên modernîteyê, bi reng û dengên “xapandina demokratîk”  dixwazin Kurdan bikin “hemwelatîyên azad” yên Komara dagîrker.

Îro du hêzên yekreng, yekdeng, totalîter û nedemokrat, bi kilamên “aştî û demokrasîyê” goristanên me yên bê nav amade dikin. Ez tê nagihêjim, dagîrker hetanî dagîrker be, dîktator hetanî diktator be çawa dikare bibe demokrat. Çawa dikare civateke demokratîk ava bike.  Îro ev bixwe li Bakurê Kurdistanê bûye pirseke dîrokî ya bê bersîv. Bersîva vê pirsê di nav lêvên te de ye ey neteweperwerê hêja.

Nezir Akat nezirakatgmail.com

 

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *