“Ger Amerîka êrîşekê bike, em ê baregehên wê yê li herêma me bikin armanc”

Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nasirzade ragihand ku di bersiva her êrîşeke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, ew ê baregeh û berjewendiyên Amerîkî yên li herêmê bikin armanc. Nasserzade di axaftina xwe ya bi televîzyona dewletê ya Îranê re bersiv da gefên leşkerî yên Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth ên li dijî Îranê.

Nasirzade diyar kir ku Hûsiyên li Yemenê bi awayekî serbixwe tevgeriyane û Îran di vê mijarê de tu berpirsiyariyek li ser xwe nîne. Nasirzade bang li Amerîkayê kir ku krîzên li herêmê gur neke û tekez kir ku Îranê şer dest pê nekiriye lê ger êrîş bibe wê bersiveke tund bide.

Her çiqas Îranê diyar kir ku têkiliyên dostane bi welatên cîran re didomîne jî, wê diyar kir ku ew ê li hember helwesta êrîşkar a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê baregehên Amerîkî yên li herêmê bikin armanc.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Hegseth di 1ê Gulanê de peyamek tehdîdkar li dijî Îranê parve kir. Ji aliyê din ve, Îranê ragihand ku hevdîtinên di navbera her du welatan de ji ber sedemên lojîstîkî hatine paşxistin. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *