Herêma Kurdistanê û Amerîka danûstandinan li ser rêkxistina hêza Pêşmerge û rewşa deverê dikin

Civînek di navbera berpirsên Herêma Kurdistanê û şandeke hevpar a serbazî û diplomasî ya Amerîkayê de li ser piroseya çaksazî û rêkxistina hêza Pêşmerge bi rê ve çû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 30.04.2025) parve kiriye, “Li Serokatiya Herêma Kurdistanê, civîneke berfireh di navbera berpirsên Herêma Kurdistanê û şandeke hevpar a serbazî û diplomasî ya Amerîkayê de li ser piroseya çaksazî û rêkxistina hêza Pêşmerge bi rê ve çû.”

Wê ragehandinê amaje jî daye, “Tevî berçavkirina dawî pêngavên piroseya çaksaziyê, giringiya wê piroseyê û karkirina ji bo çarekirina astengên di rêya wê de hat tekezkirin.”

Her di wê ragehandinê de hatiye, “Di derheqa bicihanîna qonaxên paşerojê de, tekez li ser hevkarî û alîkariyên hevpar ên navbera her du aliyan bi arasteya biserxistina wê piroseyê hat kirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa gotiye, “Rewşa giştî ya deverê û pêşhatên wê jî mijarên tewerekî din ê danûstandinên wê civînê bûn.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *