Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî: Em dê alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê bidomînin -Video

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed got, “Li ser daxwaza Serok Barzanî, sala 2013an roja ewil Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 81 barhilgir alîkarî şand Rojavayê Kurdistanê û ji wê rojê ve em bi Rojavayiyan re ne û em dê berdewam bin.”

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî îro li ser çalakî û alîkariyên xwe yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê konferansek li dar xist.

Di bernameya ku bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir de, Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Dr. Hamît Derbendî jî di nav de gelek rayedar û kesên ji  Rojavayê Kurdistanê jî amade bûn.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed jî axaftinek kir û diyar kir ku dezgeh di warê alîkariyên mirovî de cihekî girîng digire û destnîşan kir ku ew têkiliyên xwe yên heyî ji bo berjewendiya Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi kar tînin.

“Li ser daxwaza Serok Barzanî me dest bi alîkariyê kir”

Mûsa Ehmed diyar kir ku li ser daxwaza Serok Barzanî wan dest bi alîkariya Rojava kir û got:

“Serok Barzanî ji me re got `Hûn çawa alîkariya Hewlêr, Şingal, Dihok, Silêmanî û Helebceyê dikin, bi wî awayî jî alîkariya Rojavayê Kurdistnaê bikin.`

Ji ber wê jî ne çi soz dane Qamişlo, Hesekê, Efrîn, Dêrik, Kobaniyê em wan sozên xwe bi cih tînin.

Em bi Rojavayê Kurdistanê re bûn, em dê bi we re bimînin.

Li ser daxwaza Serok Barzanî, sala 2013an roja ewil Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 81 barhilgir alîkarî şand Rojavayê Kurdistanê û ji wê rojê ve em bi Rojavayiyan re ne û em dê berdewam bin.”

“Cara yekem em çûn Kobaniyê”

Mûsa Ehmed diyar kir ku sala 2014an di nav saziyên navneteweyî de yekem car ew çûn alîkariya Kobaniyê û got:

“Wê demê rewşa Kobaniyê pir xirab bû. Dîsa em gihîştin Girê Spî û çi alîkarî lazim bû me kir.

Dîsa sala 2019an piştî felaketa li Serê Kaniyê û Girê Spî em çûn wan deran û me 123 barhilgir alîkarî şand.”

“Me têkiliyên xwe ji bo gelê xwe Rojavayê Kurdistanê bi kar anîn”

Mûsa Ehmed da zanîn ku Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî tenê ne li Herêma Kurdistanê û Îraqê heye her wiha li Amerîka û Brîtanyayê jî heye û got:

“Me têkiliyên xwe yên navneteweyî yên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî berfireh kirin û me ew kir hevpara Neteweyên Yekbûyî.

Me têkiliyên xwe ji bo alîkariya gelê xwe yê hêja yê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi kar anîn.

Li hemberî vê yekê, bi dehan rêxistinan jî xwest tevlî alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bibin.”

“Saziyên navneteweyî behsa kampên li Herêma Kurdistanê dikin”

Bi gotina Mûsa Ehmed ew alîkariya kampên li Herêma Kurdistanê yên xelkê ji Rojavayê Kurdistanê lê dimînin jî dikin.

Mûsa Ehmed ji bo van alîkariyan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, “Serok Barzanî ji me re got ev der axa wan e lê dîsa jî ew mêvanên min ên taybet in.

Dema ku Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî behsa kampan dikin, bi taybetî behsa kampên li Herêma Kurdistanê dikin.

Tê gotin ku kampên li Herêma Kurdistanê ji kampên din gelekî birêxistintir in. Tê diyarkirin ku ew ji kampên li Tirkiye, Urdun û Libnanê gelekî çêtir in.

Ev jî ji bo me cihê serbilindiyê ye. Em di van kampan de tenê alîkariyê nakin, di heman demê de çalakiyên çandî û mirovî jî dikin.

Li her kampê navendeke çandî heye. Bi navên Celadet Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Cegerxwîn, Doktor Nûredîn Zaza.

Ji bo ku gelê me hîs bike ku ew li ser axa xwe ye.”

“400 hezar Efrînî vegeriyane bajarên xwe”

Ehmed diyar kir ku Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî alîkariya Efrînê jî kiriye û ji sedî 70ê xelkê Efrînê vegeriyane û wiha got:

“Em çûn me ji Efrîniyan re got ‘Ev dezgeha we ye, ew dê her dem bi we re be’. Bi vî awayî me bi wan re berdewam kir.

Me gelek alîkarî kir ku me alîkariya rêxistinên navneteweyî jî gihand Efrînê.

Sala 2011an 550 hezar Kurdên Efrînî hebûn, sala 2023yan tenê nêzî 150 hezar xelkê xwecihî mabûn.

Li gorî daneyên dawî yên ku di destê me de ne, îro 400 hezar Efrînî li bajarên xwe ne.

Di van vegeran de serê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî  bilind e.”

Banga bila li Qamişloyê ofîsa Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî  bê vekirin

Mûsa Ehmed da zanîn ku ew dixwazin li Qamişloyê ofîsekê vekin û bangî aliyên pêwendîdar kir û destnîşan kir ku bi saya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî  ew dê karibin alîkariya rêxistinên navneteweyî jî bibin herêmê.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *