Bi destûra Xwedê û Tawisî Melek! Bi deng gohdar bikin!

Kemal TOLAN

Ev çaxê we bixêr, rêzdar kek Mesrur Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hemû  mêvan, temaşevan û guhdarên hêja !

Ez di serî de gelek spasdarê we birêzan endamên „Komîteya Zanistî ya Konferansa Zanistî ya Navneteweyî“ yê me !

Hêvî ji Xwedê dikim ku, ev çavdêriya  rêzadar kek Mesrur Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û erka we hemû ezîzan bi serkeftî derbas bibe! .

Hêjayan, xwezî wextê zêde hebûna û min bikaribûna dirêjayî DÎROK Û REWŞA  ÊZDİYÊN BAKURÊ KURDÎSTANÊ, yên ku min ji ber DÎTİN Û PÊNÛSÊN gelek ŞADAN, çavkanî,  zargotin û sitranên dengbêjan ku, di sitranên xwe de bahsa gelek berxwedan, gazî û hêviyên mîrek, egît, serokeşîr û begên Êzdiyên bakurê Kurdistanê hatine kirin, her wusa naveroka wan name, lêkolîn û gotarên ku bi zimanê Almanî, Tirkî û Kurdî di berhem, rojname, kovar, dokumenatan de li ser rewşa Êzdîtiyê û Êzdiyan hatine nivîsandin pêşkêşî we rêzdaran bikirina !

Belê birêzan gelek ji we jî dizanin, heta ji dijminên ol û netewa me hatiye, ewan ne hîştine tu evd li ser kiryarên wan binivisîne û timî şopa zilma xwe wenda kirine.

Bê guman, hinga meriv baş bala xwe bide dîroka Kurdîtiyê, meriv dibîne ku çend ilimdar, dîroknas, rojnamevanên Kurd û misyonerên biyaniyan jî, li ser rewşa Êzdîyatiyê nivîsandine û hebûna miletê Ézdî weke koka Kurdan ya herî kevn qebûl dikin.

Ji xwe di qewl û duayên me de jî xweya dibe ku, herêma Serhed û Qersê  ji berê ve ciyê sed û hedên Êzdiyan buye û piraniya Êzdiyên van hêrêman Xaltaniyê ji ber qirkirinê û zilmê heribîne çûne Soviyeta berê (Êrmenîstan û Gurcîstan).

Belê Şerefxanê Bedlês dibêje, “Gelek ji eşîrên li derûdora Cezîrê (Bota) diman, heta sala 639 z. ku hêja Îslamî qebul nekiribûne, ew tev Êzdî bûne. (1:156 -184)

Di gelek danasînan de xweyaye hinga ku, Osmanî di salên 1300-1920 hatine û bi şûrê zorê Kurdîstan dagir kirine, ewan hingê bêtifaqî û neyartiya di nava mîrekên gelên li Kurdîstanê û gelên cînarên Kurdan de dijwartir kirine. Ewan bi zanistî hinek heremên Kurdîstanê dane destên çend begên Kurdên Musilman û Xiristiyan. Wan mîr û begên olperestî nezan jî, gelek êrîşên dijwar birine ser heremên mîrekên Kurdên Êzdî.

Lewma jî nivîskar û lêkolînerê Çolemergê yê rêzdar Ihsan Çolemergî di berhemên xwe de dibêje „eşayîrên di erdnîgariya Colemêrgê de heta destpêka sala 1415 an ji çar pişkan jê sê Êzdî û yek jê jî musilman bû ne. Gava Tirkmenên Akkoyunlu ji herêmên Xorasanê ya Azerbaycanê hatine, ewan  di çarşema serê Nîsanê a sala 1415 de bi alîkariya Mîrê Cizîrê  İzeddin û Mîrê Hasankeyfê ku, herdû jî Kurdên Misilman bûne, êrîşî çiyayên Hekariyê kirine. Kurdên ku piştgirîya Şêx Adî dikirin hatine şûrkirin û kesên sax mayîn jî dîlhatine girtin, gelkan jê ji ber zilmê, îslamîqebûl kirine, da ku ew di warê olî de bi mîrên Ereb, Tirk û Farisan re bibine birayên hevû din. Xweya ye gelê herêmê ji ber vê êrîşa Xayînan pêve û  heta roja îro govenda xwe li ser milê çepê ve digerînin “23a-255-300-301

Nivîskar û roman nivîsê navdar Yaşar Kemal jî, di romana xwe (çavk.:31) de dibêje:

“Qismek ji xelqê Kurd, Ereb û Tirkan rahîştibûne çekan û derketibûne nêçîra kuştina Êzdiyan. Ewan heçî evdên Êzdî ku emrê wan heft heta heftêyî bû didane ber singoyên tivingan û dikuştin. Ne dihîştin kesekî Êzdî ji ber destên wan xelazbibe. ..„ (çavk.:31. rûp.:229-277)

Piştî van gelek fermanan, êdî gelek rêwengî û lêkolînvanên Ewrûpî jî hatine nav Kurdîstanê, geriyane, hinekan ji wan raste rast alîkariya Împaratoriya Osmaniyê kirine. Geleka ji wan a bahsa heremên mîrên Kurdên Musilman û Êzdiyan yên ku bi quweta xwe tenê xwe diparastin kirine . Kifşkirine heta Êzdî li serhevûdinê bûne ewan timî cî û warên xwe ji xêrnexwaz û dijminan diparastin.

Di zargotinê de jî tê xwanêkirin , dema maqul û begên Êzdiyan li dijî hovîtiya “roma reş” şerên berxwedanê didin, ewan hingê hêviya alîkariyê ji hemû gelên cînar kiriye, lê mixabin tû evd û dewlet bi gaziya Êzdîya ve ne hatiye.

Di dîtina min de, heger çend ilimdar, dîroknas, rojnamevan û misyonerên Kurd û biyaniyan, bahsa rewşa dînê Êzdî û jiyana Êzdiyan kiribin jî, ewan nikarîbûye xwe bi temamî berdine ser riknên baweriya Êzdîyatiya qedîm. Di naveroka gelek berhemên wan de eşkere dibe ku, ewan hemû agahdariyên xwe ji ber devên hinek Êzdîyên belengaz, nezan, menfêatçiyên gelên cînar û Kurdên Musilman bi rişwetê standine. ….” (9)

Min di pêşgotina berhemeke dîrokzane û nivîskarê rêzdar kekê Wasfî Ak de jî gotiye, “bi sedan geryok û rojhilatnasên biyanî Êzdî û Êzdayetî nasnekirine, ewan jî mîna gelek rewşenbîrên Kurdên misilman û bi zimanê êrîşkaran Êzdî dane danasîn“

Hêvîdarim hûn bikarabin bi van xebatên xwe yên bi zanistî û wijdanî, hinek ji van valeyiyên di danesîna Êzdiyatiyê û Kurditiyê de hene dagirin û ev erka we bibe enacamek ku, gelek zanîngeh, akademî, dîroknas û lêkolînerên dinê jî bikaribin mîna we, zêde li ser van babetên min dane nîşankirin, rawestiyame, ew wan rewş û zaniyarên ku di destên min û we ne gehîştinê kombikin û ji miletê me re pêşkêşbikin.

Ez serkeftinê ji bo we hemû piştevan, amadekar û beşdarvanên rêzdar re dixwazim!

Bila rahma Xwedê li hemû cangoriyên Êzdîxanê û Kurdistanê be

Her bijîn şad û serkeftî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *