Gavên piştî Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê çi ne? -Video

Li Qamişloyê Konferansa Neteweyî hat lidarxistin piştî vê konferansê gava ku were avêtin pêkanîna şandeyekê ye ku biçe li Şamê ji bo mafên Kurdan dest bi dan û standinan bike.

26ê vê mehê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê, bi xwendina encamnameya wê konferansê bi dawî hat.

Êdî gavên bicihkirina naveroka wê encamnameyê li pêşiya aliyên siyasî yên Kurdî ne, bi taybetî dariştina nerîneke hevbeş û yekbûyî.

Gaveke din a bê avêtin ji bo dan û standinan li gel hikûmeta Şamê, bi mebesta bidestxistina mafên destûrî yên Kurdan pêkanîna şandeyeke hevbeş e.

“Divê gavên praktîkî bêne avêtin”

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê (PDK-S) Ciwan Siko got:

“Piştî konferansê divê êdî gav di warê praktîkî de bêne avêtin û em hêvî dikin ew gav demeke nêzîk bêne avêtin da ku em karibin şandeyekê pêk bînin.

Ev şande dê ji bo dan û standina li gel Şamê be. Ew konferansekî gelekî serkeftî bû û cihê kêfxweşiyê bû ji her kesekî Kurd re, li her çar parçeyên Kurdistanê.”

Di konferansê de tekezî li ser diyaloga niştimanî hat kirin, çi di navbera aliyên siyasî yên Kurdî de be, çi di navbera wan û rêveberiya nû ya Şamê de be.

Di demekê de ku hikûmeta Şamê di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe derbarê derencamên wê konferansê nîşan da û diyar kir ku ew her hewlekê red dikin ku Sûriyeyê parçe bike û statûyên cuda bisepîne, li jêr navên federalî yan Rêveberiya Xweser.

“Ev yek ne li dijî ti kesî ye”

Ciwan Siko her wiha got, “Rejîma Şamê jî helwesta xwe nîşan da û diyar kir ku helwestin ne baş dane xuyakirin ku ev konferans li dijî yekîtiya xaka Sûriyeyê ye û ji bo parçebûna Sûriyeyê ye.

Lê me tekez kir ku ev yek ne li dijî ti kesî ye û ne ji bo parçebûna Sûriyeyê ye.

Bi berevajî vê yekê, em dibêjin, çi qasî gelê Kurd li ser hev be û xurt be, ew qasî Sûriyeya nû jî dê xurt be, ji bo parastina axa Sûriyeyê û parastina gelê Sûriyeyê.”

Li bajarê Qamişloyê 26ê Nîsana 2025an, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê  hat lidarxistin.

Bêhtir ji 400 kesî tê de beşdar bûn.

Piştî wê bi rojekê, ango 27ê Nîsana 2025an Serokatiya Sûriyeyê daxuyaniyek da û tê de derencamên wê konferansê bi hewlên parçekirina Sûriyeyê û sepandina statûyên cudakar bi nav kirin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *