ah Ebdulah û Nêçîrvan Barzanî xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kir

Dîwana Şahiya Urdinê diyar kir ku Şah Ebdulah Duyem û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kir.

Dîwanê derbarê hevdîtina Şah Ebdula û Nêçîrvan Barzanî, daxuyaniyekê belav kir û ragihand ku rêyên xurtkirina hevkariya di navbera her du aliyan de di çend waran de hatin gotûbêjkirin.

Dîwana Åžahiyê ya Urdinê got,”Åžahê Urdinê Ebdula Duyem li KoÅŸka Husêniyê Serokê Herêma Kurdistana ÃŽraqê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir.”

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de pêwendiyên dostanî yên di navbera Urdin û Îraqê de û rêyên xurtkirina hevkariyê di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê di çendîn waran de hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din ê daxuyaniyê de ji bo gihiştina hêminkirineke giştgir li herêmê ku dê bibe alîkar ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê tekezî ser hewlên herêmî û navneteweyî hat kirin.

Di hevdîtinê de diyartirîn bûyerên herêmê bi taybetî pêşhatên li Xeze, Sûriye û Libnanê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanîna kûr a xwe ji bo helwestên Urdinê di piştgirîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê derbirî û tekez kir ku ew dixwazin pêwendiyên dîrokî û biratiyê xurttir bikin.

Li gorî daxuyaniyê Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve Endazyar Ela Betaîne, Balyozê Îraqê yê Urdinê Umer Berzincî di hevdîtinê de amade bûn.

Nêçîrvan Barzanî îro bi serdaneke fermî çû Emana paytexta Urdinê û ji aliyê Şahê Urdinê Şah Ebdulah ve hat hat pêşwazîkirin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *