MENTÎQA TORÊ/MIDYADÊ Û KURD

Nûrî ALDÛR

Piranîya mentîqa Torê  û Midyadê kurdin. Tor cihekî fereh û mezine, bi sedan û belkî jî bi hezaran gundên/mezrayên wê hene. Di nivîsaminî 3 ê adar ê de li ser mentîqê di babatên cografîk, civakî  û agadarîyên wekîdin hene û pêwîst nakê ez li wan vir tekrar bikim. Dîrok û sosyolojîya cih(çi bi devkî  çi bi nivîskî be) nîşan dide ku dû eşîrên mezin li mentîqê hebûn û her niha jî hene; balam ew fonksîyon û rola wan mîna berê hîç nemaye anjî pir kêm bûyîye. Evan her dû eşîretan bi navên eşîretên Haverkî û Dekşûrî tên naskirin. Bê goman eşîretên din jî ne go tûnebûn, lê ewan biçûk û zeîfbûn; wek mîsal ez karim bibêjim ku eşîretên wilo margînal li mentîqa Hesinan/Daskan anjî yên Mihelmîyan hebûn.

Serokatîyên van her dû eşîran (Haverkî û Dekşûrî) kurdbûn/kurdin û bi xemgînî divêt bêt gotin ku ewan serokatîyan pismamên hev jî bûn. Gelek şer û pevçûn, kûştin  û talankirin jî di dîroka van her dû eşîran de heye.

Kurd li vir berê bi zîraetê ve mijûl dibûn, niha jî li gundan her dîse ewe, xebata wan. Lê gûhertinên mezin di van demên dawîde çêbûne û ewe jî; koçkirina ji gundan bû ku bajarê Miyadê bû xwedî nûfûseke xilbe.  

 Di politîka dewlet ê de merov ti bandoreke giring yan van her dû êşîran nabîne, evan eşîran ji dewlet û partîyên wê re bûne xezîneyên dengan/rayan. Di qada politîkayê de ez karim mîsalekê bidim ku ew jî eve ku serokatîya şaredarîya Midyadê xilbeyê caran di destên mihelmîyan de bû; bi gotinekedin di destên partîyên dewletê yên mûhafazakar de bûn û niha jî wiloye.  

Lê divê eve jî bêt gotin; ku li mîna hemû bajarên welatême; li Tor û Midyadê jî welatparêzîya Kurdistanê, hinek zeîfbê jî, her tim hebûye. Di salên 1960-70 yan de PDK ku bi bandora agirên netewetîya beşê başûr cesaret û zanyarî disitand; di nav hinek malbatên ku peyvendîyên wan li gel başûr hebûn de dihat zanîn. Gelek karmend û xwendeyên Kurdistanî jî di nav van refande cihên xwe digirtin. Û piştre jî bawerîyên nû û xortana hatin bajêr û mentîqê. 

Li qada Tirkîyê jî Midyad dihat naskirin. Dibêt ku gelek torî û midyadîyan koçên mezin daine Tirkîyê û piştre jî Awrûpayê, sebebeke ji vê nasîtîya cih be. 

Noktekedin ku pir kêfamin dianî û hê jî tênê; ew bû ku ez hîç  jibîrnakim ku di filîmekî gorbihiştê me Yilmaz Güney da, Yilmaz Güney bi xwe ji kesekîdin di pirsê (salên 1970 yan de) ku ma ”Midyad tabiê kîjan welayeta me ye?” û eve di demên hîsên nû yên şoreşgerî  û kurdeyatîyê de bû.                                 

Niha Midyad ji alîyê ticaret/bazirganî(kapîtalîzm)ve gelek pêşketîye (dibe sebebek jî ewbê ku şaredarîya bajêr hema bêje ku herdem di destên partîya hûkûmetê de ye) û eve jî hewes û alîkarîya dewletê, nav û statûsa bajêr bilindtir dike. 27.04.2025

Nuri Aldur

 

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *