Sendîkaya Rojnamegeran a Yekîtiya Ewropayê dê bi hevahengiya Rêxistina Nûçegihanan li Herêma Kurdistanê navendeke çavdêriyê veke.
Armanca navendê çavdêrîkirina azadiya derbirînê û azadiya karê rojnamegeriyê ye.
Serokê Rêxistina Nûçegihanan Hozan Qadir ji Rûdawê re got:
“Li ser banga rêxistina me, şandeyeke Sendîkaya Rojnamegeran a Yekîtiya Ewropayê hat Herêma Kurdistanê.
Ew di nava 3 rojan de beşdarî çend çalakiyên medyayî û hevdîtinên bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bûn.”
Hozan Qadir da zanîn, biryar hatiye dayîn ku Sendîkaya Rojnamegeran a Yekîtiya Ewropayê, li Herêma Kurdistanê navendeke çavdêriyê bi armanca agahdariya ji rewşa azadiya derbirînê û azadiya karê rojnamegeriyê veke.
Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Yekîtiya Ewropayê Arber Hetay li ser vekirina navendê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Pencereyeke ji bo têgihiştinê û vekirina xulên rahênanê li Herêma Kurdistanê.
Me bi berpirsên Herêma Kurdistanê re gotûbêj kiriye û em dixwazin cara yekem di dîroka sendîkaya xwe de li derveyî Yekîtiya Ewropayê, navendeke sendîkaya xwe li Herêma Kurdistanê vekin.”
Sendîkaya Rojnamegeran a Yekîtiya Ewropayê sala 1963yan hatiye damezirandin û li 11 welatan şaxên wê hene ku xwediyê 3 hezar endaman e. (Rûdaw)