Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, “Em bi yekîtiya axa Sûriyeyê re ne. Yekîtiya Kurdan, di heman demê yekîtiya Sûriyeyê ye. Di Sûriyeya nû de, pêwîst e hemû pêkhate cihê xwe tê de bigirin û mafên xwe di destûra Sûriyayeke demokratîk û nenavendî de bibînin.”
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî îro 26ê Nîsanê di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd de gotatek pêşkêş kir û tê de got: “14 sal in ji bo parastina gel û herêmên me, zêdetir ji 13 hezar keç û xortên me şehîd bûn û nêzîkî 30 hezar şervan birîndar bûn. Em vê konferansê diyarî giyanê şehîdên me dikin.”
Ji bo lidarxistina vê konferansê, em spasiya ked û hewlên Serok Barzanî dikin. Herwiha em spasiya Nêçîrvan Barzanî, Bafil Talebanî û serkidatiya KCKê dikin.”
Herwiha got: “Em bi yekîtiya axa Sûriyeyê re. Yekîtiya Kurdan, di heman demê yekîtiya Sûriyeyê ye. Xurtbûna kurdan, xurtbûna Sûriyeyê ye. Di Sûriyeya nû de, pêwîst e hemû pêkhate cihê xwe tê de bigirin û mafên xwe di destûra Sûriyayeke demokratîk û nenavendî de bibînin.”
Li bakurê rojhilatê Sûriyeyê em Kurd ligel pêkhateyên din ên wek Ereb, Aşûrî, Siryan, Ermenî û kesên din dijîn, erkê me yê sereke ew e ku em bi hev re destkeftiyên ku di salên borî de hatine pêkanîn biparzin.”
Herwiha got: “Di demên berê de, herêmên hatin piştguhkirin, hêviya me ew e ku di Sûriyeya nû de, ev herêm bi tevahiya pêkhateyên xwe cihekî xwe yê guncayî bigirin.”
Fermandarê Giştî yê HSD got jî: “Wekî gelê Kurd, ji dema ku dewleta Sûriyeyê hatiye avakirin ve, em hatine înkarkirin, mafên me hatine binpêkirin, yasayên awarte li ser me hatine cibicîkirin, gelê Kurd li derveyî rêveberiya Sûriyeyê hatiye hîştin, lê di salên dawî de, gelê Kurd ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê têkoşînên mezin dane meşandin. Ax û yekîtiya Sûriyeyê parast û ji her kesî bêhtir îspat kir ku welatperwerê Sûrî ye. Ji bo vê jî di Sûriyeya nû de, divê mafên gelê Kurd yên neteweyî, siyasî û çandî di destûra nû de werin parastin.” (K24)