Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 16emin Pêşangeha Çandinî û Ajeldariyê dest pê kir.
Di pêşangehê de teknolojiya heri nû ya çandiniyê û ajeldariyê tê danasin û kompanyayên xwecihî û biyanî bi cotkar û ajeldaran re hevnas dibin.
Ji Tirkiye, Bakurê Kurdistanê welatên din 127 kompanya bi zêdetirî 300 markeyên xwe ve beşdar in
Pêşangeh di 22yê vê mehê de dest pêkir dê heta 26ê mehê vekirî be.
Pêşangeh, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, walîtî, jûrên çandiniyê û Zaningeha Dîcleyê jî di tew da bi hevkariya 8 saziyên fermî û sivîl yên Amedê û bi pêşengiya Odeya Bazirganiyê ya Amedêve tê li dar xistin.
“Çandînî yek ji tiştên herî stratejîk a vê heremê û cîhanê ye”
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya li ser pêşangehê got:
“Çandînî yek ji tiştên herî stratejîk a vê heremê û cîhanê ye.
Înşelah di demek kin de bi xilasbûna Bendava Farqînê û Bendava Keça Qrêl û kanalên avdaniyê di çandiniyê de nûjenî yê bibe tişta herî pêwîst ji bo vê heremê.
Ji bo wî ye jî em van pêşangehan ji bo xizmeta wê armancê li dar dixin.”
Firoşkar Latîf Kadah got, “Em şîrketeke Bismilê ne. Em romorkên traktoran çêdikin. Em dixwazin ji gelê xwe ra xizmeteke baş bikin.”
Firoşkar Yavûz Selîm Çakmak wiha behsa makîneya xwe ya nû dike, “Em wekî Elmond Endustrî ji Stenbolê hatine vir.
Me makîneyeke nû çêkiriye ku li asta Tirkiyeyê yekemîn e. Tenê li îtalyayê nimûneyên wê hene.
Ez endezyarê makîneyê me. Dîzayna vê makîneyê bi giştî aîdê me ye. Lamsmana vê makîneyê ewil jî vaye em li Amedê dikin.
Ev makine xortomên avdaniyê yê dilopkirinê hem ji bin erde derdixe hem jî kom dike.
Ev makine din av zeviyê de hem dimeşe û xortoman kom dike, zirar nade xortomê û naqetîne.
Ev makine deh rêz xortomê bi awayekî hevdem kom dike.”
Froşkar Murat Kanat wiha axivî, “Em birêvebiriya çandiniyê ne. Em ji bo alîkariya fuarê bikin me li vir standa xwe vekiriye.
Di standa me da cîhê hevrişîmê heye. Em kiravat û çefiyan çêdikin. Me got em bînin vir bidin nîşandan.”
Firoşkar Cemîl Gençdal got, “Ji bo dermankirina qimil û zeviyên pembo wexta motor dikeve nav zeviyê şuna tekerên motorê zed pehn dike ew wisa dimîne.
Îca dema ev dron ji hewayê ve derman dike ew pirsgirêk namîne. Hem ji bo demê jî baş e. Cîhê me jî li vir li Amedê ye. Em firotana wî dikin.”
Teknolojiya herî nû ya çandiniyê, amûr û alavên teknolojîk ku karê ajeldar û cotkaran hêsan dikin, sîstemîn nû yên avdaniya çandiniyê û pîşesaziya tov û êm di pêşangehê de tên danasîn û cotkar û ajeldar jî eleqeyeke baş nişan didin.
Welatî Remzî Altin ku ji navçeya Pasûrê ya Amedê hatiye pêşangehê got, “Ez ji Pasûrê hatime kulfetor û pûlix bistînim fiyet hinek zêde ye. Min hêj nestandiye.”
Welatî Sadettîn Bugdayci wiha anî ziman, “Ez merivekî cotkar im, Ez dixwazim melzemeyên nû bibînim û jê sûdê bigirim.
Her sal teknolojî pêş dikeve meriv ji pa ra dimîne.Dema meriv li paş bimîne jî ji debra meriv dahatek baş nayê bidest.
Pêşangeh dê heta 26ê mehê vekirî be û dê di 4 rojanda li bi focusa geşkirina çandinî û ajeldariya Amedê û heremê dê 7 jî panêl werin lidarxistin. (Rûdaw)