Xirîstiyanên Sûriyeyê ji desthilata nû ditirsin – Video

Xirîstiyanên Sûriyeyî ligel ku bi merasîmên Cejna Vejînê (Paskalyayê) ve mijul in lê tirs di dilê wan de heye û nizanin dê siberoja wan çawa be.

Xirîstiyanên Sûriyeyî ji bo Cejna Vejînê li Dêra Selîbê ya Şamê rêûresmên xwe dikin.

Gelek Xirîstiyanên ji Sûriyeyê ji diyasporayê vegeriyane û li gel kesûkarên xwe Cejna Vejînê pîroz dikin.

“Kes nizane dê di siberojê de çi çêbibe”

Tonî Xewle Xirîstiyanakî ji Sûriyeyê û li derveyî welat dijî got:

“Ez li diyasporayê bûm, vê dawiyê vegeriyam welat, ez gelekî dilxweş im. Bi rastî bi hêvî me di ewlehiyê de bijîm.

Tişta hat serê kêmîneyan em şok kirin, bi giştî niha ewlehî heye lê kes nizane dê di siberojê de çi çêbibe?”

Lê pirsa herî girîng niha ku Xirîstiyanên Sûriyeyê jê ditirsin, dê siberoja wan li gel desthilata nû çawa be ye.

Bûyerên berava Sûriyeyê, kuştina Elewiyan li parêzgehên Laziqiye, Tertûs, Hims û Hemayê hemû kêmîneyên vî welatî xistine bazneya metirsiyê.

“Çawa destdirêjî li Elewiyan hat kirin dê li Xirîstiyanan Suneyan jî bê kirin”

Nîlîna Zeytûn ku jineke Xirîstiyan e hêviyên xwe wiha tîne zimên:

“Ez bi hêvî me em di ewlehiyê de bijîn, hemû pêkhate rêzê li hev bigirin, zilma di serdema borî de li wan hatibû kirin nekin hincet da ku zilmê li xelkê din bikin.

Mixabin desthilata nû nikare rewşê kontrol bike, bi rastî zilmeke mezin heye, çawa destdirêjî li Elewiyan hat kirin dê li Xirîstiyanan jî bê kirin û ne dûr e li Suneyên belengaz jî bê kirin.”

Li gorî amarên fermî, berî şerê navxwe yê Sûriyeyê rêjeya Xirîstiyanan li wî welatî ji sedî 10-11 bû, wate zêdeyî milyonek û 500 hezar kesî bûn.

Di salên şer de piraniya wan çûn welatên cîran û diyasporayê. Niha li gorî heman amaran nêzîka 300 hezar kes mane.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *