Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî got ku PKKê agirbest ragihandiye û amadebûna xwe ji bo lidarxistina kongreya xwe fesihkirinê eşkere kiriye, lê balafir û dronên Tirkiyeyê nahêlin ev yek bê kirin û her roj bombebaranan dikin.

Talebanî di hevpeyvîneke bi televîzyonê de li ser banga Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê dest pê kiriye axivî û got, PKKê agirbest ragihand û amadebûna xwe ji bo lidarxistina kongreya xwe fesihkirinê eşkere kir, lê balafir û dronên Tirkiyeyê nahêlin ev yek bê kirin û her roj bombebaranan dikin.

Serokê YNKê herwiha gotiye ku Amerîkiyan jî jê re gotiye ku ‘dronên Tirkiye derfetê nadin PKK kongreya xwe lidar bixe.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *