Lokman Polat
………………..
Min li welat Enwer Karahan nas nedirir. Li Swêdê/Stockholmê me hevûdu nas kir. Em herdu jî diçûne komeleya kurdan a li Alvîkê. Alvîk mehleyeke Stockholmê ye. Rojeke ez çûm komeleyê, Enwer li wir bû. Di destî de pirtûkek û li ser maseya pêşiya wî derfer û pênûs hebû. Pirtûkê dixwend û di defterê de dinivîsiya. Sal 1997 bû û ew dem kompîturên ser çokan, ango datayên biçûk ên bi çende zêde tunebû. Min jê pirsî ku; ”Çi dike, çi dinivîse? ” Wî got: ”Ez çîrokek werdigerînim kurdî.” Min got : ”Werger baş e, karekî hêja ye. Bi wergerê mirov zimanê xwe pêşve dibe, dewlemend dike. Lê digel wergerê tu bi xwe jî binivîse. Nivîsîna te bi xwe dê ji bo edebiyata kurdî bibe dewlemendî.”
Di nav pêvajoya demê û derbasbûna salan de Enwer Karahan gelek berhemên eedebî/wêjeyî afirand. Pirtûka wî ya yekem bi sernavê ”Şevbirikên şevên xalî” kurteçîrok/kurtenovel di sala 2001ê de derket. Paşê 3 pirtûkên wî yên din jî hatin weşandin. Di wê navberê de pirtûkek wî ya ceribandinê û yeka vegotinê jî derketin. E. karahan ji nivîsîna çîrokê derbasê romannivîseriyê bû. Wî sê romanên kurdî nivîsî. Û digel çîrok û roman nivîsê wî helbest jî nivîsî û helbestên wî bi nave dîwana ”Lorînên Şevê” derket.
Enwer Karahan netenê afirînerê berhemên edebî ye. Wî di hîla kar û xebatên hunera sînmayê de jî xebatên baş kiriye. Senaryo wergerandiye kurdî û di hinek rêzefîlman de rol wergirtiye, weke leyistvanekî/artîstekî serketî leyistiye. Rizefîlma bi nave ”Hêvî” de, di deh, duwanzdeh beşên pêşîn de leyistiye. Min 39 beşên vê rêzefîlmê temaşe kir, rêzefîlmek baş bû. Enwer jî û leyistvanê ku nave wî Rîfhet bû serketî bûn. Leyitsvanên din jî û bi taybetî yên jin jî serketî bûn. Wî di rêzefîlma bi nave ”Siya Mem” de jî rol wergirtiye û dilîzê. Niha min dest pê kiriye ez vê rêzefîlma kurdî temaşe dikim.
Ez li vir dixwazim bi şêweyeke lêborînî behsa tiştek bikim. Nivîskar û helbestvanê kurd Occo Mahabat bi nave ”Antolojiya Helbestvanên Nûjen – Helbestvanên Bakur” pirtûkek amade kiribû. Ji bo ez pêşgotinek ji bo vê antolojiyê binivîsim, dosyayê ji min re şiyandibû. Min jî pêşgotin nivîsî. Lêbelê di wê pirtûka antolojiyê de nave Enwer Karahan tunebû. Û ez jî wê dema ku min pêşgotin nivîsî, ez nizanibûm ku Enwer Karahan pirtûka xwe ya helbestan weşandiye. Dema min dîwana wî ya helbestan dît, min ji xwe re got : ”OccoMahabat li E. Karahan neheqî kiriye. Divê Enwer Karahan jî di wê antolojiyê de hebana.”
Niha em vegerin mijara xwe ya danasîna pirtûka helbestên Enwer Karanan. Pirtûk dîwana helbestan bi ser navê ”Lorînên Şevê” di nav weşanên Apecê de li Stockholmê hatiye weşandin. Pirtûk 478 rûpel e. Ji sedî zêdetir helbestên derbarê mijarên curbecur de di nav rûpelên pirtûkê de cih girtine, Mijarên helbestan mijarên cuda yên balkêş in û sernavê helbestan bala mirov dikşîne, mirov bi dilxweşî helbestan dixwîne.
Helbestên di dîwanê de li gor sernavên beşan hatine tasnîfkirin. Beşa destpêkê sernavê wê ”Şînbirîk”e, beşa duyem sernavê wê ”Sakî” ye, Helbesteke dirêj di vê beşê de ye, Sernavê wê ”De bila wek te be, Sakî” ye. Beşa sêyem ”Siwaro” ye. Ya çaran ”Ax” e. Di vê beşê de jî bi sernavê ”Profîl” helbestek gelek dirêj -9 rûpel – di vê beşê de ye. Helbestên E. Karahan hinek dirêj in, hinek normal in û hinek kin in, kurt in. Ev cure kin bûn û dirêj bûn di hemû helbestên helbestvanên ku bi şêweya serbest helbest dinivîsîn de hene. Helbestên bi wezn û kafiye ji helbestên serbest cuda ne.
Di beşa ”Ax”ê de du helbestên balkêş ku bala min kişand hene. Yek jê helbesta li ser Amedê/Diyarbekirê û ya din li ser Swêdê ye. Herdu helbst jî – helbet helbestên din jî – helbestên baş û xweş in. Beşa pêncan sernavê wê ”Çavzeytûn” ne. Sernavekî tam helbestkî ye. Beşa şeşan ”Bajaro” ye. Ev beşa dawî ye.
Di nav pirtûkên helbestan yên helbestvanên nûjen/modern yên dema niha de pirtûka helbstan ya qalind pirtûka helbestvan Ahmed Huseynî bû ku min xwendibû. Niha jî ya Enwer Karahane ku min xwend. Ev herdu dîwanên van herdu helbestvanan hêjayê xwendinê ne û divê xwendevanên helbesthez van herdu dîwanan bixwînin.
Di pirtûka dîwana helbestên Enwer Karahan de gelek helbestên ku mijarên wan li ser bêrîkirinê, evînê, hezkirina xwezayê, helbestên civakî, helbestên delaliya keç û jinan, helbestên xeyalên evîndaran û helbestên gelek mijarên din yên balkêş di nav rûpelên dîwanê de cih girtine. Ez dîsa dibêjim, dubare dikim xwendevanên helbesthez divê vê dîwana helbestên Enwer Karahan bixwînin. Û herweha divê lêkolînên wêjeyî, analîzvanên edebî, lêkolîner û analîzgerên helbesta kurdî şerha dîwanê binivîsin, dîwanê şerh bikin. Ê min kurtenivîseke danasînê ye.
Naveroka pirtûkê, mijarên hlbestan curene, dewlemend in. Heger şerha yekoyek helbestan, nirxandina mijarên helbestan, analîza dîtin, raman û peyamên/mesajên ku di helbestan de hene, were kirin girîngiya dîwanê hîn baştir tê fêhm kirin.
Dema min pirtûka helbestên Enwer Karahan xwend û ez hatim rûpela ku helbesta bi sernavê ”Mesûd Barzanî” tê de bû, dît keyfa min hat. Di vê dema me ya niha de gelek kurd û Xwedêgiravî serokên partî û rêxistinên kurdan serxwebûna Kurdistanê û dewleteke serbixwe a netewa kurd naxwazin, naparêzin, Lê Serok Mesûd Barzanî serxwebûna Kurdistanê diparêze û ji bo wê têdikoşe. Ji bo serokek serxwebûnxwaz helbest nivîsîn pîroziye, hêjayê pesnê ye. Enwer Karahan gelek baş kiriye kiriye ku derbarê Serok Mesûd Barzanî de helbest nivîsiye. Helbest dirêje hinek hevok, çend malîk jêgirtinên helbestê digrim vir û pê nivîsa xwe dawî bînim.
MESÛD BARZANÎ
Gava îlan kir Qazî Mihemedê pêşeva
Komara Kurdistanê li Meydana Çarçirayê
Te çavê xwe vekir li çiyayê
Ji te re lorand dayika şîrhelal bi delalî
(………….)
Te yê ji zaroktiyê de rahişta darê tifîngê
Çavê xwe negirta ji bo teres û mizawiran
Da pêşiya pêşmergeyên qehreman
Ji bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê
Ew roj û ev roj e
Tu kelemê çavê dijmin î
Disekinî li nîvê meydanê
Halanan hildidî bi mêranî
Dihelînî cemeda li ser dilê her kurdî
Bêveger î tu li serriya azadiyê
Kê ji bîr kiriye berxwedana Kurêya Şeqlewayê?
Te kum û koloz danî erdê
Bi kozikê ve zincîr kir lingên xwe
Te ahd kir
Heta bi dilopa xwîna dawiyê
Qêriya tu ji kezebê ”Yan Kurdistan, yan neman”
(……………)
Li pişta te ye kurd bimilyonan
Keç û kurên Med ûAriyan
(……………)
Heqê me jî heye wek xelk û alemê
Ev e daxwaza me ya dawiyê
Êdî îlan bike rojeke berî rojeke
Da em bêjin me heye dewletek
Me heye Kurdistanek
Em bi te bawer in bi miletî
Tu yê danegerî ji riya wî bavî
Teva derdora Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê
Tu yê deynî tixûb û sînorî
Îlan bikî li dinyayê wî navê şêrîn Kurdistanê/
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)