Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz û şandeya pê re pêşwazî kir
Serokayetiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê di civînê de pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê, derfetên hevkariya herêmî û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.
Alîkarê Wezîr Nuh Yilmaz piştî têkiliyên xwe yên li Bexdayê hat Hewlêrê û ji aliyê Serok Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku xalên sereke yên rojevê bipêşxistina têkiliyan di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê, paşeroja “Projeya Rêya Bipêşketinê” û nirxandina qadên hevkariya hevbeş bûn.
Her wiha di hevdîtinê de derfetên hevkariyê yên ji bo xurtkirina ewlehî, aramî û bipêşketinê jî hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî careke din tekezî li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê kir.
Her du aliyan li hev kirin ku aştî dê bandora erênî ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya herêmê çêke.
Di civînê de her wiha rewşa dawî ya li Sûriyeyê, pêşhatên herêmî û mijarên din ên siyasî ku ji bo her du aliyan girîng in jî hatine gotûbêjkirin. (Rûdaw)